Erdogan 'destûr' xwest, Gul jî jê re bû 'derewker'

Erdogan, ku ji ber dijminatiya xwe ya li Kurdan çûye ber deriyê Rûsyayê, ji bo dagirkirina Rojava, destûr xwest. Selefiyê Erdogan Gul jî jê re bû 'derewker'.

Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ji çapemeniya Rûsyayê re axivî û ji bo operasyonê li dijî Rojava bike, destûr xwest. Abdullah Gul jî bû derewker û got, "Me ti carî nexwest Esad ji desthilatdariyê bê xistin."

Erdogan, ku ji bo operasyoneke nû ya dagirkeriyê li dijî Rojava-Bakurê Sûriyeyê bike çû ber deriyê Rûsyayê, ji rojnameya Îzvestiya re axivî. Erdogan di vê hevpeyvîna xwe de got, "Niha li Sûriyeyê pêvajoyên neyînî xuya dikin. Eger ev rewş gefê li sînorên me bixwe, mîna operasyona Mertala Firatê, em ê li dij derkevin."

Erdogan ê ku ji operasyona paqijkirina Reqayê aciz e, bi vê gotinê ev aciziya xwe nîşan da: "Em amade ne Minbic û Reqayê ji komên terorîst rizgar bikin." Erdogan diyar kir, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) xwe daye aliyê komên Kurdan.

Serokkomarê berê Abdullah Gul jî ji Rûssîa Today re axivî û li ser navê AKP'ê bû derewker. Gul got, "Me ti carî nexwestiye desthilatdariya Sûriyeyê bê hilweşandin."

Gul gotina "Em ne li dijî Kurdan e, lê li dijî PKK'ê ne" ya dewleta Tirk dubare kir û got, "Divê em bi taybetî vê yekê destnîşan bikin: Em ne li dijî Kurdan e. Gelek tiştên me eleqedar dikin hene û me gelek caran ew parastin. Li Sûriyeyê jî, li Iraqê jî. Li Tirkiyeyê gelek penaberên Kurd ên Sûriyeyî hene. Mijarên ku em li dij derdikevin ev in: Hin komên Kurd ên pêwendiya xwe bi PKK'ê re hene, erdê di kontrola xwe de berfireh dikin û nifûsa li herêmê bi zorê diguherînin."