Meşa Edaletê didome: 200 km ma ji Stenbolê re

Meşa Edaletê ligel provakasyonan didome. Ji Stenbolê re 200 km  ma.

“Meşa Edaletê” kete roja 13’emîn. Îro 22 kîlometre meş hate kirin. Piştî nîvroyê birayê pêşengê şoreşger ê Tirkiyeyê Denîz Gezmîş Bora Gezmîş û hunermend Mûstafa Ozarslan tevî Kiliçdaroglû meşiyan.

Di dema meşê de komên AKP û MHP’ê xwestin girseyê provake bikin. Li hemberî vêya jî meşvanan bi dirûşmên “Heq, hiqûq, edalet” bersiv dan provakasyonan.

PIŞTGIRÎ ZÊDE DIBE

Di meşê de, di navbera komên xwepêşander û polîsan de jî alozî derketin. Hin xwepêşanderan xwestin meşê provake bikin. Meşa ku îro li Duzceyê bi dawî bû, wê sibê dîsa bidome.