Swêdê ji ber girtina şervanên YPG'ê, PDK şermezar kir

21 komele û saziyên Kurd ên li bajarên cuda yên Swêdê ne, ji ber girtina 4 şervanên YPG'ê ku 2 jê Swêdî ne, rêveberiya PDK'ê şermezar kirin û xwestin, endamên YPG'ê tavilê bên berdan.

Jesper Soder û Andreas Charalabos Panagîotîdîs ên ji Swêdê, Andrew Johnwoodhead û Lee Egerton ên Îngilîz, ku tevlî pêngava rizgarkirina Reqayê bûn, roja 25'ê Hezîranê li nêzî bajarê Akrê yê Başûrê Kurdistanê ji aliyê Asayîşa PDK'ê ve hatin binçavkirin.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê, Enstîtuya Kurd li Stockholmê, Meclîsa Jinên Kurd a Amara, Yekîtiya Jinê ya Sema, Komeleya Çanda Mezopotamyayê li Stockholmê, Komeleya Piştgiriya bi Kurdan re li Ûppsala, Navenda Çandê ya Avesta, Komeleya Jinê ya Navneteweyî li Helsînborg û Komuna Jinê ya Warşîn jî din av de gelek saziyan, nerazîbûneke tund nîşanî girtina şervanên YPG'ê yên enternasyonalîst dan.

GIRTIN ENDAMÊN YPG'Ê BI KÊRÎ DIJMINÊN KURDAN TÊN

Di daxuyaniya hevpar a 21 komele û saziyan de hat ragihandin, helwesta neyînî ya PDK'ê ya li dijî Rojava û PYD, YPG/YPJ'ê, bi kêrî dijminên gelê Kurd tê û zerarê dide yekîtiya neteweyî ya Kurdan.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Di vê pêvajoyê de, ku pêngava rizgarkirina Reqayê bi xurtî dewam dike, li dijî çeteyên DAIŞ'ê şerekî dijwar tê kirin û êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Rojava zêde bûne, girtina şervanên YPG'ê ji aliyê Asayîşa PDK'ê ve ne ya qebûlkirinê ye. Di vê demê de, ku pêwîstiya gelê Kurd ji her demê bêhtir bi yekîtiyê heye, em PDK a ku şervanên YPG'ê girtiye bi tundî şermezar dikin û dixwazin 4 şervanên YPG'ê tavilê serbest berde."

GIRTINA ENDAMÊN YPG'Ê DI MEDYA SWÊDÊ DE JÎ CIHEKÎ BERFIREH DÎT

Televîzyona Dewletê ya Swêdê jî di navê de, gelek navgînên dîtbarî û nivîskî yên medya Swêdê, cihekî berfireh dan girtina 4 endamên YPG'ê, ku du jê Swêdî ne.

Televîzyona Dewletê ya Swêdê, beriya niha bi çend hefteyan hevpeyvînek bi Soder re weşandibû. Soder der barê pêkhateyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk û operasyona rizgarkirina Reqayê de agahî dabû û gotibû, "Me hin herêmên Reqayê kontrol kirin. Di heman demê de, em hewl didin sivîlan ji navenda bajêr rizgar bikin."

Li aliyê din, Wezareta Karên Derve ya Swêdê bi daxuyaniyekê piştrast kir, ku du welatiyên Swêdê li Başûrê Kurdistanê hatine girtin.

EM Ê DI ASTA WEZARETA KARÊN DERVE DE BIKEVIN NAVA HEWLDANAN

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê Hamît Bîten ji ANF'ê re axivî û anî ziman, ew bi malbatên du şervanên Swêdî yên ji aliyê PDK'ê ve hatine girtin di nava têkiliyê de ne û ji bo berdana Jesper Soder û Andreas Charalabos Panagîotîdîs, ew ê li Wezareta Karên Derve bikevin nava hewldanan.