Sekreterê KE’yê: DMME ji bo rojnamevanan di nava hewldanan de ye

Sekreterê Giştî yê KE'’yê Jagland ê bersiva pirsên Parlemetera HDP’ ê Kerestecîoglû da, bal kişand ser girtiyan û got: “Parlemeter û rojnamevan ji bo Konseya Ewropayê komên girîng in.”

Sekreterê Giştî yê KE’yê Jagland ê bersiva pirsên Parlemetera HDP’ ê Kerestecîoglû da, bal kişand ser girtiyan û got: “Parlemeter û rojnamevan ji bo Konseya Ewropayê komên girîng in” û diyar kir ku DMME’yê ji bo rojnamevanan di nava hewldanan de ye. Jagland bal kişand ser girîngiya weşandina rapora CPT’ê jî.

Serokwekîla Koma HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglû, di roja yekem a Rûniştina Havînê ya Meclîsa Parlemeterên Konseya Ewropayê (MPKE) de, girtina hevserok û parelementerên HDP’ê ya li girtîgehan xiste rojevê. Kerestecîgolû pirsa têkildarî parlementerên girtî li Koseya Ewropa heta niha gavek hatiye avêtin an ne ji Sekreterê Giştî yê MPKE’yê Thorbjorn Jagland kir.

Kerestecîgolû, ji bo Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça yên perwerdekar ku niha li girtîgehê ne banga ketina tevgerê kir û got: “Bi lezgîn ji bo her du perwerdekarên li Tirkiyeyê, bê ku li girtîgehê jiyana xwe ji dest bidin, bikevin nava tevgerê.”

Pirsên Kerestecîgolû û bersivên Jagland wiha ne:

Kerestecîgolû:

Ji aliyê Konseya Ewropayê ve heta niha ji bo hevserokên HDP’ê û parlemeterên wan ên girtî, di nava van 3 mehên dawî de ketine nava ti hewldan an ne?

Jagland:

Di mijara yekemîn de heta niha em pê agahdar bûne ku çend serlêdan gihiştine Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê. Dadgehê ji bo rojnamevanan ketine nava hewldanan. Ez nikarin, ji bo parlemeteran têkildarî pêvajoya hiqûqîde baxivim. Lê parlemeter û rojnamevan ji bo Konseya Ewropayayê komên herî pêş in.

‘DIVÊ RAPORA CPT’Ê BÊ WEŞANDIN’

Kerestecîgolû:

Têkildarî rapora Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Konseya Ewropa (CPT) ku ji ber biryarên red ên welatên têkildar, nehatî weşandin hûn çi difikirin?

Jagland:

Fikrên me yên bingehî, rexenkirina li raporê bi xwe ye. Weke ku hûn dizanin, li gorî rêgezên bingehîn ên pêkanîna xebatên CPT’ê, ji bo weşandina raporê divê erêkirina welatên têkildar hebe. Lê ez her demê alîgirê zelaliyê me. Ji beriya ku rapor bê weşandin, ligel wê yekê me ku divê CPT bi welatan re diyalogên pêbaweriyê bide avakirin. Lê weşandina raporê jî girîngiya xwe heye.