Parlementoya Ewropayê bang li YE kir: Li Tirkiyeyê demokrasî tune

Li Parlementoya Ewropayê li ser pêkutiyên li ser çapemeniyê yên li Tirkiyeyê konferansek hate lidarxistin.

Konferans ji aliyê Stêrk Tv, Ronahî Tv, News Channel û Koma Demokratên Civakî yên Parlementoya Ewrûpayê hate lidarxistin. Enstîtuya Kurdî ya Brûkselê jî piştgirî da konferansê.

Rojnamevan Heval Aslan di destpêka konferansê de axivî û bal kişand ser rewşa televîzyonên Kurdan ên ku di bin tehdîta girtinê de ne.

Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Rojnamevan a Fransayê SNJ’ê Domînîqûe Pradalî jî nerazîbûn nîşanî biryara Eûtelsatê da ya ku dixwaze televîzyonên Kurdan bigire.

Pradalî têkildarî rewşa rojnamevanan a li Tirkiyeyê got “Divê êdî mirov ne bêdeng be.”

LI TIRKIYEYÊ DEMOKRASÎ TUNE, FAŞÎZM HEYE

Di beşa pêşîn a konferansê de rojnamevanan mafê axaftinê stendin. Celal Başlangiç moderatoriya vê beşê kir.

Nûnerê Platforma Hevgirtina bi Rojnamevanên Girtî Necatî Abay axivî û got: “Di navbera demokrasî û azadiya çapemeniyê de têkiliyek heye. Heke demokrasî hebe, mafê haydarbûnê û azadbûna peyv, çalakî û rêxistinkirinê heye.” Abay diyar kir ku li Tirkiyeyê ev tişt tune ne û nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên rêveberên Ewropî dan ên ku her carê dibêjin “em bi fikar in.” Abay bang li Yekîtiya Ewropayê, parlemento û rêveberên wê kir û got: “Ji ber ku li Tirkiyeyê demokrasî tuneye, ne hewce ye hûn fikaran bikin. Li Tirkiyeyê demokrasî tune, faşîzma AKP’ê heye.”

DENGÊ KÊMNETEWEYAN HER DEM HATE QUTKIRIN

Nûnerê TV10’ê ya ku hate girtin Huseyîn Kellecî diyar kir ku li Tirkiyeyê her dem dengê kêmneteweyan hatiye qutkirin. Kellecî destnîşan kir ku bi taybetî pêkutî li Elewiyan tê kirin û got: “Di medyaya navendî de cihê Elewiyan tune.”

Nûnerê Ronahî Tv Bunyad Cizîrî yên ku weşana wan li ber qutkirinê ye jî, têkildarî weşanên Ronahî Tvyê agahî da û bal kişand ser têkoşîna wan a li dijî DAIŞ’ê. Cizirî diyar kir ku Tirkiye ji ber weşana Ronahî Tvyê aciz e.

Konferansa têkildarî zext û pêkutiyên li ser azadiya çapemenî û îfadekirinê ya li Tirkiyeyê didome. Gelek rojnamevan, çalakvan û siyasetmedarên ji welatên cihê beşdarî konferansê bûne. Di konferansê de wê du rûniştinên din jî werin kirin û wê konferans di saet 18.00’an de bi dawî bibe.