Piştî Hîtler, qedexeya duyemîn li Erdogan hate danîn!

Elmanya, ji bo xwe ji şovên siyasî yên Erdogan rizgar bike, qanûneke ku mîtîngan li lîderên biyanî qedexe dike, derdixîne. Bi vî rengî, cara yekemîn e ku Elmanyayê pitşî Hîtler li hemberî lîderekî siyasî qanûnekê derdixîne.

Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan, ji bo tevlî civîna bilind a G-20'an a 7-8'ê Tîrmehê bibe wê bê bajarê Hambûrg ê Elmanyayê. Hat hînbûn, ji bo Serokkomarê Tirk Erdogan bi alîgirên xwe re mîtîngê lidar bixe, bi awayekî fermî serlêdan hatiye kirin. Der barê mîtîngên Erdogan de ku wê di navbera Berlîn-Enqereyê de rê li ber krîzeke nû veke, Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê daxuyanî da.

Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Sîgmar Gabrîel, di dema serdana xwe ya li Rûsya de anî ziman, ji bo Erdogan li Elmanyayê çalakiyekê lidar bixe serlêdana fermî hatiye kirin. Gabrîel got, "Niha pêwîstî bi mîtîng û çalakiyeke bi vî rengî nîne" û anî ziman, hikumeta federal ne alîgir e ku Erdogan û alîgirên wî li hev bicivin.

Daxuyaniyeke bi heman rengî ji Berdevkê Serokwezîr Angela Merkel Steffen Seîbert hat, ku ji malpera Spîegel Onlîne re axivî. Seîbert diyar kir, ew civîna Erdogan li Elmanyayê erênî nabînin û got, "Serokwezîr Merkel jî daxuyaniya wezîr Gabrîel erê kir. Helweseta hikumeta me bi vî rengî ye."

ERDOGAN MALIK LI LÎDERÊN DIN ÊN CÎHANÊ JÎ ŞEWITAND

Rayedarên Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê ragihandin, ku ji bo careke din krîzeke bi heman rengî bi rejîma AKP'ê re rû nede, pêşnûme qanûneke tê amadekirin û li gorî vê pêşnûme qanûnê ji bilî welatên Yekîtiya Ewropayê wê destûr ji ti siyasetmedaran re neyê dayin li Elmanyayê mîtîng û çalakiyên din ên siyasî lidar bixin.

Bi vî rengî, Elmanya bi qanûna ku weke "qanûna Erdogan" tê binavkirin re, wê pêşî li Erdogan, wezîr û siyasetmedarên wî bigire ku li Elmanyayê şova siyasî nekin.

Serokê Giştî yê Partiya Sosyal Demokrat (SPD) Martîn Schûlz ku di hilbijartinên Meclîsa Federal ên meha Îlonê de namzetê herî xurt ê li hemberî Serokwezîr Angela Merkel e, xwestibû ku bi rengekî fermî mîtîngên Erdogan werin qedexekirin. Schûlz ev bang kiribû:

"Ji siyasetmedarên biyanî yên ku li welatên xwe nirxên me binpê dikin, dik û salon li Elmanyayê neyê dayin. Erdogan li Tirkiyeyê mûxalîfan û rojnamevanan digire. Ez naxwazim ku Erdogan li Elmanyayê çalakiyên mezin lidar bixe.

Mesele sîstema parastina ji şewatê ya salonan an jî hejmara parkê nîne. Pirsgirêk ew e ku Erdogan dixwaze şerê xwe yê siyasî yê li Tirkiyeyê dimeşîne bîne Elmanyayê. Di vir de pirsa bingehîn ev e; Em dixwazin li vî şerê Birêz Erdogan guhdarî bikin ya na?"

EV DU SAL IN ERDOGAN NIKARE LI ELMANYAYÊ BAXIVE

Di serî de salona Arena ya Kolnê, rayedarên gelek salonan bi gotina "Cihekî me ku em bidin Erdogan nîne" daxwaza AKP'yiyan red kiribûn.

Erdogan herî dawî di Gulana sala 2015'an de li Elmanyayê weke Serokkomar karîbû di çalakiyekê de baxive. Erdogan ê ku rêveberiya Elmanyayê şiband Naziyan, ji hingî ve destûr jê re nayê dayin ku li Elmanyayê mîtîngan lidar bixe.