HDP: Em ê Orhan Dogan ji bîr nekin

HDP di salvegera 10. a wefatê de Orhan Dogan bi bîr anî. HDP'ê diyar kir ku ew ê Dogan ku serê xwe berjêr nekirî û tim peyva aştiyê li ser zimanê wî bû, ji bîr nekin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji ber salvegera 10’an a mirina Wekîlê DEP’ê ya ku hatibû girtin Orhan Dogan, ku 2007’an li Agiriyê di dema festîvalê de bi krîza dil jiyana xwe ji dest dayî daxuyaniyeke nivîskî da û got, ‘’Di van 10 salan de ku ew ji nav me çûye, di têkoşîna aştî û dadmendiyê de em kêmasiya wî her dijîn.’’

Di daxuyaniyê de hate gotin Orhan Dogan jiyana xwe di ber mafê mirovan, aştî, demokrasî û azadiyê de dabû û hate gotin: ‘’Dogan ê xweşewîst, beriya ku xatirê xwe ji me bixwaze gotibû, ‘Dostên ezîz! Ji bo ku min nekarî zemîna aştiyê pêk bînim, li min biborin’. Orhan Dogan û hemû lehengên demokrasî û azadiyê ku di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane, weke mîrateyeke ku ji me re hiştin giringiya xwe diparezin.’’

‘LI HUNDIR Û DERVE LI BER XWE DA’

HDP’ê di dawiya daxuyaniyê de wiha got: ‘’Me Orhan Dogan ê hêja ku di tevahiya jiyana xwe de serê xwe ji ew qas zext û zilmê re ne tewandî, hem li girtîgehê û hem li derve di jiyana xwe ya siyasî de berxwedan û têkoşîna herî watedar nîşan dayî, aştî tim anî zimên û di dilê gelê me de bûyî xwedî karekterekî qedirbilind, me ji bîr nekiriye û em ê ji bîr nekin.’’