Li Saarbruckenê ji bo Ocalan kon hate danîn
Li Saarbruckenê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Ocalan konê agahkirinê hate danîn.
Li Saarbruckenê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Ocalan konê agahkirinê hate danîn.
Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê bi mebesta ku balê bikişînine ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan konê agahdarkirinê hate vedan.
Kon bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hate vedan. Di kon de bi sedan belavokên bi zimanên Elmanî û Fransî hatin belavkirin.
Konê agahdarkirinê îro jî saet di navbera 16.00-20.00'an wê vekirîbe û çalakiya kon wê heta Pêncşemê bidome.