Ligel ku asteng kirin jî HDP çû serdana girtîgehan
Parlementerên HDP’ê ligel astengiyan jî çûn serdana girtîgehan. Parlementeran li ber girtîgehan daxuyanî dan û peyama “em ê bi ser bikevin” dan.
Parlementerên HDP’ê ligel astengiyan jî çûn serdana girtîgehan. Parlementeran li ber girtîgehan daxuyanî dan û peyama “em ê bi ser bikevin” dan.
HDP’yiyên ku çûn serdana parlementer û hevserokên di girtîgehan de, ligel astengiyan jî li pêşiya girtîgehan hatin ba hev.
Parlementerên HDP’ê Huda Kaya, Erdal Ataş, Garo Paylan, Pervîn Bûldan, Berdan Ozturk û Muslum Dogan çûn serdana girtîgehên li Kandira, Edîrne, Sîlîvrî û Sîncanê.
HDP’yî li gelek cihan wesayîtên wan hatin girêdan, têketina wan a li otobusan hate qedexekirin. Ligel vê jî HDP’yiyan xwe gihandin girtîgehan û li vê derê daxuyanî dan.
Daxuyaniyên parlementerên HDP’ê wisa ne:
BÛLDAN: DIVÊ EDALET JI BO HER KESÎ BE
Pervîn Bûldan:
“Em hatin serdan û pîrozkirina cejna hevserokê me Selahattîn Demîrtaş û parlementerê me Abdûllah Zeydan. Gelek hevalên me ji ber gotinên xwe di girtîgehan de ne.
Mirov nikare li Tirkiyeyê qala hiqûq û edaletê bike. Cihê parlementer û şaredaran ne girtîgeh e. Ew xebatên xwe yên siyasî dikin û ji ber fikrên xwe di girtîgehê de ne.
Em dixwazin gazî Meşvanên Edaletê bikin, divê Meşa Edaletê ne ji Enqereyê heta Maltepeyê be. Divê cihê edaletê Gever, Sûr, Cizîr û Silopî be.
Tenê ji bo parlementerekî mirov nikare li edaletê bigere. Divê edalet ji bo hemû gelên Tirkiyeyê û civakê be. Divê edalet ji bo şaredarên hatine girtin jî hebe. Heke hûn vêya bikin wê edalet pêk were.
KAYA: DEMA EDALET PÊK BÊ WÊ CEJN WERIN PÎROZKIRIN
Huda Kaya: Îro roja sêyemîn a cejnê ye. Hevalên me li ser rê hatin sekinandin. Em cejna hemû parlementer û hevşaredarên xwe pîroz dikin. Dema ku rêya azadiyê vebe wê cejn werin pîrozkirin.
Em ê cejnên di pêşiya me de ligel hevalên xwe yên girtî, di nav azadiyê de pîroz bikin. Bi hêviya ku di cejnên azad de em werin ba hev.
PAYLAN: EV KEŞTÎ WÊ BIGIHÊJE BENDERGEHÊ
Garo Paylan:
“Ji me re dibêjin, qedexe ye ku hûn li pêşiya girtîgehê daxuyaniya çapemeniyê bidin. Di cejnê de jî vê zilmê didomînin. Zilma wan hebe ê me jî rikê me heye. Bi sed hezaran berdêlên me hene. Ev keştî wê bigihêje bendergehê. Zû an jî dereng em ê bi ser bikevin.”