Piyonê Erdogan wê li Fransayê bibe serekê 'Îslam'ê

Serokê Komîteya Koordînasyona Tirkên Misilman ên li Fransayê Ahmet Ograş, ku ev komîte ji aliyê rêxistina ajan a Erdogan DÎTÎB'ê ve li Fransayê hatiye avakirin, wê bibe serekê Konseya Îslamê ya Fransayê.

Serokê Komîteya Koordînasyona Tirkên Misilman ên li Fransayê Ahmet Ograş, ku ev komîte ji aliyê rêxistina ajan a Erdogan DÎTÎB'ê ve li Fransayê hate avakirin, wê bibe serekê Konseya Îslamê ya Fransayê (CFCM). Ji ber ku CFCM li Fransayê di asta fermî de tê qebûlkirin, fikar tê kirin ku feraseta faşîst a olperest a Erdogan li Fransayê xurtir bibe.

Konseya Îslamê ya Fransayê (CFCM-Conseil Français du Culte Musulman), ku di sala 2003'an de ava bû, dixwest ku weke saziyek bi Wezareta Karên Hundir ve girêdayî, li nava saziyên dewletê Misilmanan 'temsîl' bike. Konseya Îslamê ya Fransayê, di demeke ku yek ji Serokkomarên berê Nîcolas Sarkozy Wezîrê Karên Hundir bû, hate damezrandin. Di nava Konseyê de, ji nava 5-6 Misilmanên li Fransayê bi giranî Misilmanên ji Cezayîr û Fasê hebûn.

Di kongreya destpêkê ya Konseya Îslamê ya Fransayê de, ku 11-12'ê Cotmeha 203'an hate lidarxistin, biryar hate dayin ku bi 11 komîsyonan bixebite. Li gorî vê biryarê wê karê hîndekarî, organîzasyon, perwerdekirina wezîfedarên olî, qurban, goştê helal, çûyîna hecê; bicihkirina wezîfedarên olî li saziyên fermî yên weke nexweşxane û girtîgehan, ragihandin, karên hiqûqî fînan û diyaloga navbera olan bihata kirin.

SAZIYÊN CUDA YÊN ÎSLAMÎ DI NAVA DEWLETÊ DE TÊN TEMSÎLKIRIN

Di dema damezrandina Konseya Îslamê ya Fransayê de, Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Nîcolas Sarkozy serdana saziyên Misilmanan kiribû û ji wan xwestibû ku hilbijartina konseyê organîze bikin. Di vê çarçoveyê de, li gorî mezinahiya mizgeft û îbadetxaneyan, delegeyên ji bo karibin deng bidin hatin diyarkirin. Di dengdanê de Yekîtiya Rêxistinên Îslamê ya li Fransayê (UOIF-Union des Organisations Islamiques de France) û Yekîtiya Milî ya Misilmanên li Fransayê (FNMF-Fédération Nationale des Musulmans de France) ku Fasiyan serokatî jê re dikirin, dengê herî bilind bi dest xistin. Li gorî rêkeftina beriya hilbijartinê ya navbera saziyên Misilman ên Fransayê, rêveberê Mizgefta Parîsê Dalîl Boûbakeûr weke serokê destpêkê yê Konseyê hate hilbijartin. Sekreterê Giştî yê UOIF ê ji Fasê Fûad Alavî û Serokê FNMF Becharî jî ji bo alîkariya serokê Konseya Îslamê ya Fransayê hatin hilbijartin.

BI HEWLDANA DÎTÎBÊ, CCMTF HATE AVAKIRIN

Komeleyên ser bi Yekîtiya Îslamê ya Tirk a Karên Diyanetê (DÎTÎB), di wê demê de bûbûn yek û ketibûn bin sîwana Komîteya Koordînasyona Tirkên Misilman ên li Fransayê (Comité de Coordination des Musulmans Turcs de France). DÎTÎB xwedî zêdeyî 200 mizgeft û îbadetxane ye. Ji bilî vê yekê, Nêrîna Mîllî û Navenda Çandê ya Îslam bi rengekî qismî tevlî hilbijartinê bûn.

OGRAŞ Ê BI QESRA ERDOGAN VE GIRÊDAYÎ YE, WÊ BIBE SEREKÊ KONSEYÊ

Piştî Dalîl Boûbakeûr, ji sala 2015'an û vir ve Anoûar Kbîbech ê ji Fasê Serokatiya Konseya Îslamê ya Fransayê dikir. Niha jî wê Ahmet Ograş ê ku ti sifatê wî yê olî nîne û Serokatî ji Yekîtiya Demokratên Tirk li Ewropayê (UETD) re dikir, ji bo 2 salan Serokatiya Konseya Îslamê ya Fransayê bike.

Ji ber pêwendiya Ograş a bi Qesra Erdogan re û ji ber pratîka xwe ya beriya niha di nava Konseya Îslamê ya Fransayê de bû cihê nîqaşê.

Hat ragihandin, ku ji malbata hevsera Ahmet Ograş kesê bi navê Alî Hasal li qesra Serokkomarê Tirk dixebite û bi rêya wî yekser bi rejîma Erdogan re di nava têkiliyê de ye. Ahmet Ograş bi gelek wesîleyan polîtîkayên faşîstan ên AKP û dewleta Tirk parastibû.

Gelek hêz û derdor dibêjin, piştî ku Ograş bû serekê Konseya Îslamê ya Fransayê, wê polîtîkayên Erdogan bi rêya mizgeftên DÎTÎB'ê li Fransayê dimeşîne, derbasî qonaxeke nû bibin.

SEKRETERÊ GIŞTÎ YÊ KONSEYÊ: EZ NAXWAZIM BIKEVIM BIN FERMANA TIRKIYEYÊ

Yek ji hêzên ku ji serekbûna Ograş aciz in, rêveberiya Konsey Îslamê ya Fransayê ye. Sekreterê Giştî yê Konseyê Abdallah Zekrî, di civîna 21'ê Gulanê ya Desteya Rêveber a Konseya Îslamê ya Fransayê de wî hewl daye pêşî li serokatiya Ograş bigire. Zekrî ji rojnameya Lîbêratîon re axiî û got, "Ez naxwazim bikevim bin fermana Tirkiyeyê." Zekrî destnîşan kir, ku ew li dijî serweriya AKP'ê ye ku dixwaze bi rêya Ograş li Konseya Îslamê bike.