Tê payîn ku rizgarbûna Mûsûlê were îlankirin
Tê payîn were îlankirin ku Mûsûl bi temamî ji DAIŞ’ê hatiye paqijkirin. Hat ragihandin ku Serokwezîrê Iraqê Ebadî wê daxuyaniyê bide.
Tê payîn were îlankirin ku Mûsûl bi temamî ji DAIŞ’ê hatiye paqijkirin. Hat ragihandin ku Serokwezîrê Iraqê Ebadî wê daxuyaniyê bide.
Hat ragihandin ku operasyona rizgarkirina Mûsûlê bi dawî bûye ya ku artêşa Iraqê bi piştgiriya hewayî ya koalîsyona bi pêşengiya DYA’yê di 17’ê Cotmeha 2016’an de dabû destpêkirin. Tê ragihandin ku bajar bi temamî ji DAIŞ’ê hatiye paqijkirin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Iraqê bajar bi temamî hatiye paqijkirin. Lê tê diyarkirin ku hin cih hîn di destê DAIŞ’ê de ne.
Di rojên dawîn de operasyon li herêma Mûsûla kevn dihat kirin. Piştî paqijkirina Mizgefta El Nûrî ya ku serekê DAIŞ’ê Ebûbekîr Bexdadî di 2014’an de li vê derê xelîfetiya xwe îlan kiribû, Serokwezîrê Iraqê Haydar El Ebadî ji bo axaftina rizgarbûnê bike, diçe bajêr.
Di destê sibehê de li gorî daxuyaniya ofîsa Bexdadî, Ebadî bi fermandarên operasyona Mûsûlê re civiyaye û ferman daye ku bajêr bi temamî paqij bikin.
Bexdadî piştî ku di 10’ê Hezîranê de Mûsûl dagir kiribû di 28’ê Hezîranê li Mizgefta El Nûrî xelîfetiya xwe îlan kiribû.
Artêşa Iraqê jî bi piştgiriya hewayî ya DYA’yê di 17’ê Cotmeha 2016’an de operasyoneke bi navê “Nînova em tên” dabû destpêkirin.