HDP’ê gazî DMME’yê kir: Hiqûqa navxweyî qediya, têkeve dewrê!

Heyeta HDP’ê li pêşiya Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê daxuyanî da. Berdevkê partiyê Baydemîr got:“Heta ku hevserok, parlementerên me azad bibin em ê meşa xwe ya edalet û wekhevî û azadiyê bidomînin.”

Berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr, Wekîla Serokatiya Koma HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglû û parlementer Ertûgrûl Kurkcu, Meral Daniş Beştaş û Mîthat Sancar li pêşiya Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê bûn. Li ser navê heyetê Baydemîr axivî û rewşa hevserok û parlementerên di girtîgehê de anî rojevê û bang li DMME’yê kir ku bila rewşa parlementerên girtî têxe rojeva xwe.

‘ERDOGAN BELGEYÊN NEPEN DIŞÎNE, DADGEH JÎ DIGIRE’

Baydemîr got ku:

“6 milyon kesan dil dane HDP’ê, piştgirî dane HDP’ê. Îro Demîrtaş 237 roj in di girtîgehê de ye, heke şaredar, parlementer di girtîgehê de bin navê vêya ne darizandin e, navê vêya operasyona tasfiyekirinê ye.

Serokê Giştî yê AKP’ê Erdogan talîmatê dide, belgeyên nepen ji dozgeran re dişîne û dadgeh jî li gorî van belgeyan hevserok, hevşaredar û parlementerên me digirin.

‘HIQÛQA NAVXWEYÎ QEDIYA, MÛXALÎF DI BIN TEHDÎDÊ DE NE’

Vê belgeya di destê min de (Baydemîr çend roj berê di civîneke li meclîsê vê belgeya ‘nepen’ eşkere kiribû) belgeya vî tiştî ye ku daraz bi talîmatê dixebite. Em li pêşiya DMME’yê dîsa îspat dikin ku li Tirkiyeyê riya hiqûqa navxweyî qediyaye û xitimiye.

Ji ber derengketine biryarên DMME’yê xisarên mezin pêk tê. Parlementeriya Fîgen Yuksekdag  bi talîmatê hate betalkirin. A Nûrsel Aydogan hate betalkirin. Ya Ferhat Encu û Besîme Konca jî dibe ku were betalkirin.

‘DIVÊ DMME' YÊ BIRYARA XWE BIDE’

Îro tiştên di bin pêkutiyê de ne bi tenê parlementerên me ne, îradeya 6 milyon kesan e. Hemû mafên ku DMME diparêze, a niha di bin êrîşê de ye.

Divê DMME roj berî rojekê biryara xwe eşkere bike. Em li pêşiya DMME’yê banga xwe ya edaletê dubare dikin. Ji ber ku li Tirkiyeyê riya hiqûqê nemaye, em îro li vê derê ne. Heta ku parlementer, hevşaredar û hevserokên me azad bibin, em ê meşa xwe ya azadî û wekheviyê bidomînin. Beriya ku dereng bikeve dibê DMME biryara xwe eşkere bike.”

HEVDÎTINA BI JAGLAND RE

Baydemîr têkildarî hevdîtina bi Jagland ê ku Sekreterê Giştî yê Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewrûpayê ye re jî got ku, “Bi Jagland re têkildarî Rewşa Awarte, girtina rojnamevan û parlementeran em axivîn. Me fikarên xwe ji Jangland re got. Ji bo azadiya her kesî û sazkirina demokrasiyê me tiştên ku dikevin ser milê saziyên Ewrûpayê jî careke din bi hev re nîqaş kir.”