Îlhama Civîna Alternatîf a G20’yê: Ocalan û Rojava
Li dijî Civîna G20 ya ku wê di 7-8’ê Tîrmehê de li bajarê Hambûrgê ya Elmanyayê li dar bikeve, ‘Civîna Alternatîf’ a 70 saziyan duh destpê kir.
Li dijî Civîna G20 ya ku wê di 7-8’ê Tîrmehê de li bajarê Hambûrgê ya Elmanyayê li dar bikeve, ‘Civîna Alternatîf’ a 70 saziyan duh destpê kir.
Civîna G20 ya ku di nav wan de Amerîka, Çîn, Rûsya û Elmanya heye, îsal wê li Elmanyayê bicivin.
Li dijî civîna ku wê Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan û gelek dîktatorên cîhanê beşdar bibin, bi hezaran kesên çepgir û demokrat li Hambûrgê dest bi protestoyan kirin. Bi dehan sazî tên ba hev û avadaniyan ava dikin. Yek jê jî Civîna Alternatîf e ya ku 70 sazî beşdar dibin û NAV-DEM jî di nav wan de ye.
‘FIKRÊN OCALAN JI ME RE BÛ ÎLHAM’
Hevseroka Meclîsa Gel a Rojava Sînem Mûhammed duh beşdarî semînerekê bû û qala pergala Rojava kir. Muhammed diyar kir ku li hemberî krîz û kaosan ew jiyanên alternatîf ava dikin û got: “ Ji ber modernîteya kapîtalîst îro birçîbûn, kaos û şer hene. Em di bin ronahiya fikrên modernîteya demokratîk pergalekê ava dikin û şoreşeke siyasî, civakî û ekonomîk pêk tînin.”
Moderatorê panelê Ûlrîch Brand pirsî, “Gelo hûn îlhama xwe ji çi digirin” û Mûhammed bersiv da û got:“Perspektîfên modernîteya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji me re dibe îlham.”
‘ROJA ŞEMIYÊ WÊ MEŞEKE MEZIN WERE LIDARXISTIN’
Meşa mezin a ku 70 sazî organîze dikin û rêxistina Kurdan a bi navê NAV-DEM jî tê de ye wê roja Şemiyê were lidarxistin. Tê payîn ku 100 hezar mirov beşdarî vê meşê bibin.
‘DIVÊ ERDOGAN WERE DARIZANDIN’
Di Komîteya Amadekar a Civîna Alternatîf de Nûnerê NAV-DEM’ê Yavûs Fersoglû got: “Modela Rojava ya di Civîna Alternatîf bala mirovên li vê derê dikişîne û mirov li vê derê nîqaş dikin.” Fersoglû got ku, “Cihê Serokkomarê Tirk Erdogan ne Hambûrg e, dadgeha navneteweyî ye. Divê ji ber sûcê hilweşandina Sûr û Cizîrê were darizandin. Divê kesên demokrat beşdarî meşê bibin û di serî de Erdogan, divê nûnerên van pergalan werin protestokirin.”
BANGA HEVGIRTINA NAVNETEWEYÎ
Sînem Mûhammed piştre jî pirsên rojnamevanan bersivand û got: “Erdogan heta niha piştgirî dida DAIŞ’ê û niha jî dixwaze êrîşî Efrînê bike. Em li dijî vî tiştî ne. Em ji raya giştî dixwazin ku piştgiriya me bikin û li dijî Erdogan derkevin.”