Plana têkoşîna Komîsyona YE ya li Îtalya û Lîbyayê ya li dijî koçberan
Komîsyona Yekîtiya Ewropa (YE), têkildarî pêşîgirtina hatina koçberan a ji Îtalya û Lîbyayê planekî berfireh amade kir.
Komîsyona Yekîtiya Ewropa (YE), têkildarî pêşîgirtina hatina koçberan a ji Îtalya û Lîbyayê planekî berfireh amade kir.
Plana ku komîsyonê pêşkêşî Parlemetoya Ewropayê kir, roja Pênçşemê wê li Lûtkeya Wezîrên Karê Hundir a li paytext Tallînn a Estonyayê bê girtina dest.
Li gorî planê, tê payîn ku navendekî ya li Lîbyayê hate avakirin, xebatên rizgarkirinê yên li Deryaya Spî bi awayekî koordîne bê kirin. Navenda ku mijara gotinê ye, tê payîn ku ji bo kontrolkirina peravên behrê ya bi Libyayê re wê alîkar be.
Komîsyona YE’yê, diyar kir ku li ser daxwaza Îtalyayê jî dikarin yekîneyekî ji 500 kesan a parastina xeta sînor bişînin vî welatî.
Komîsyon, daxwaz dike ku di serî de Îtalya û welatên ku koçber zêde lê ne û mafê rûniştinê nadin kesên koçber, dersînor bikin.
Rêxistina Koçberan a Navneteweyî (IOM) a girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY), destnîşan kir ku hejmara koçberên ji serê vê salê ve hatine Îtalyayê 85 hezar in, 9 hezar koçber zêdetir jî derbasî Yewnanîstanê bûne. Hejmara koçberên ji serê 1’ê Çileyê û vir ve li Behra Spî de jiyana xwe ji dest jî dane gihiştiye 2 hezaran.
Beşekî yê koçberan ên girîng jî ji welatên Efrîqa yê ku şerê navxweyî hê jî lê dewam dikin in.