‘Em ê lûtkeya kapitalîst û dîktarotan asteng bikin’

Koordînasyona Ciwanê Azad: Erdoganê dîktator ê ku her roj gelê Kurd qetil dike û qirkirinê li ser dide meşandin jî wê tevlî Lûtkeya G20’ê bibe. Ji ber vê yekê dem demê em hesab ji dewletên komploger û qirkeran bixwazin .

Koordînasyona Ciwanên Azad a ku daxuyaniyek nivîskî da, diyar kir ku wê li dijî lûtkeya G20’ê di pêşengtiya ciwanan de nerazîbûnên mezin raber bikin. Di daxuyaniya tê de hate diyarkirin ku dînamîzma ciwanan û enerjiya wan ji dîrokê heta roja me ya îro helwesta wan a li dijî hişmendiya kapitalîst û desthilatdariyê zelal e û wiha hate gotin: “Em tevgera ciwanên Kurd ên li Ewropa , weke Ciwanên Azad, li dijî Lûtkeya G20’an xwedî helwestekî zelal in.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku di hevdîtin û civînên demên dawî hatin lidarxistin de bi awayekî zelal hate dîtin ku ji pirsgirêk û aloziyên heyî re ti bersiv nebûne û pirsgirêkên heyî jî hê kûrtir kirine. Di dewama daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Mînakên vê yên herî zelal di civîna Astana û Davosê de bi awayekî vekirî derket pêş çavan. Dewletên ku beşdarî Astan û Davosê bûn wê niha beşdarî Lûtkeya G20’an bibin. Lûtkeya G20’an sîstemekî ku ne çareseriyê ji pirsgirêkan re bibîne, sîsemeke mêtînger ku pirsgirêkan kûrtir dike û li ser berjewendiyên dewletên kapitalîst hatiye avakirine.

Dewletên G20 ên ku di komploya navneteweyî ya sala 1999’an a li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwedî rolên mezin in, di qetlîamên li ser Kurdan tên kirin jî xwedî rolên aktîv in. Erdoganê dîktator ê ku her roj gelê Kurd qetil dike û qirkirinê li ser dide meşandin jî wê tevlî Lûtkeya G20’ê bibe. Ji ber vê yekê dem demê em hesab ji dewletên komploger û qirkeran bixwazin .Hatina gel hev a komploger û qetlîamkeran ti sûda wan ji ti civakan re û berjewendiyên civakan re nîne. Kes û sîstema faşîst, nîjatperest, zayendperest, zext û zordariyê pêş dixin, di lûtekeykî weke G20’an de wê çawa çareseriyê ji kirîzên cîhanê re bibîne? Kesên ku kirîzan didin avakirin û kirîzan pêk tînin, di heman demê de dewlet û saziyên li ser van kirîzan bi milyonan dolar qezenç dikin, wê çawa çareseriyê bîne?

LI DIJÎ LÛTKEYA G20’Ê LÛTKEYA PIŞTGIRIYA ALTERNATÎV

Proje û planên ku di G20’an de derbikeve, wê rewşa kirîzan mezintir bike û wê vê jî li ser ciwanên ku hêzê avakrin û enerjiyê ne, bidin kirin. Ji bo vê di vê hem ciwanên Kurd hem jî ciwanên li Ewropa û hemû cîhanê dijî xwe zana bikin û li dijî van hêzên ku dixwazin em di lat û zinaran de bavêjin rabin. Rêbaza herî rast a li dijî derketina Lûtkeya G20’an, lûtkeya piştgiriya alternatîv a ku wê 5-7 Hezîranê pêk bê be.

Hêza çareseriya kirîz û pirsgirêkên Rojhilata Navîn û cîhanê ava dike, fikir û projeyên ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve tê pêşwazîkirin in. Şêwazê herî baş a fikra rast hem ji bo Lûtkeya Piştgiriyê û hem jî ji bo hemû ciwanan şêwazê fikir ê Rêber Apo ye.

Bi vî rengî em ê li gel hemû rêxistin, sazî û dezgehan, li dijî G20’an dakevin kolanan. Di hemû planan de em weke Ciwanên Azad wê cihê xwe bigirin.”

Aktivîteyên Lûtkeya Piştgiriyê wiha ye:

6’ê Tîrmehê: Lûtkeya Piştgiriyê

7’ê Tîrmehê: Roja Çalakiyên Kapitalîzmê Têk Bibîn.

8’ê Tîrmehê: Meşa Mezin.