Biryara DMME ya li ser mexdûrên Rewşa Awarte destê AKP'ê xurt kir
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) berê mexdûrên biryarnameyan da Komîsyona Rewşa Awarte. Vê biryarê destê hikumeta AKP'ê xurt kir.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) berê mexdûrên biryarnameyan da Komîsyona Rewşa Awarte. Vê biryarê destê hikumeta AKP'ê xurt kir.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), doza mamosteyekî ku bi biryarnameya di hukmê qanûnî de ji kar hate avêtin, red kir û berê mexdûrên biryarnameyan da Komîsyona Rewşa Awarte. Hiqûqnas û mexdûran ev biryara DMME nirxandin û gotin, komîsyona navborî tenê mexdûriyetê zêde dike.
Piştî şerê desthilatdariyê yê 15'ê Tîrmeha 2016'an ê li nava dewleta Tirk, Rewşa Awarte hate ragihandin û bi rêya biryarnameyên di hukmê qanûnî de zêdeyî 100 hezar kedkar ji kar hatin derxistin. Yek ji van mexdûran mamoste Gokhan Koksal ê li Erzîromê ye. Koksal serî li DMME da, lê belê jê re hat gotin, 'Divê tu di destpêkê de serî li Komîsyona Rewşa Awarte bide' û serlêdana wî hate redkirin. Li gorî hiqûqnasan, bi komîsyonê re wê mexdûriyet 15 salan dewam bike. Hiqûqnas destnîşan dikin ku biryara DMME destê hikumetê gelekî xurt dike û ragihandin, ku Rewşa Awarte çareserî nîne. Li gorî siyasetmedaran, divê Komîsyonên Rewşa Awarte li herêman bên avakirin û piştre komîsyoneke navendî biryarê bide.
JI BO RÊYÊN HIQÛQÎ BIGIRE
Ji parêzerên Baroya Stenbolê Feyzî Çelîk anî ziman, ku Komîsyona Rewşa Awarte ji bo mexdûran weke rêyek beriya dadgeriyê hatiye danîn û ev yek bi armanca mijûlkirinê hatiye kirin. Çelîk got, "Ya rast ev yek weke rêyeke din a girtina rêyên hiqûqî ye. Ji xwe DMME jî Komîsyona Rewşa Awarte weke navnîşan nîşan da. Ev biryara DMME neyînî ye. Wê serlêdanê herî kêm di nava 2 salan de biqedînin. Piştî ku bersiveke neyînî were dayin, hingî rêya dadgeriyê vedibe. Lewma hiqûqa navxweyî jî tê xitimandin. Biryar DMME di vî warî de dilê hikumetê rehet kir. Hemû dozên heyî wê bikevin û biçin ber destê komîsyonê. Ev yek jî wê rê li ber tevlîheviyeke mezin veke. Mirov wê nikaribin bi rêyên hiqûqî mafên xwe bi dest bixin."
RÊYÊN HIQÛQA NAVXWEYÎ WÊ 15 SALAN BIDOME
Ji parêzerên Baroya Wanê Cemal Demîr jî destnîşan kir, ku biryarên endamên komîsyonê yên bêyî lihevkirina siyasî û civakî werin tayînkirin wê cihê nîqaşê bin. Demîr diyar kir, Komîsyona Rewşa Awarte weke bendekî danîne pêşiya mirovên dixwazin serî li DMME bidin û got, "Di rewşa heyî de, mexdûreke/î biryarnameyan, wê bi dorê serî li Komîsyona Rewşa Awarte, Dadgeha Îdare, Dadgeha Îstînafê, Dadgeha Şêwirmendiyê, Dadgeha Destûra Bingehîn û herî dawî jî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bide. Ev pêvajo dikare 15 salan bidome."
DIVÊ KOMÎSYON LI HERÊMAN WERIN AVAKIRIN
Serokê Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê yê DBP'yî Cahît Bozbay jî anî ziman, modela çareseriyê ew e, ku komîsyonên herêmî werin avakirin. Bozbay got, "Bi deh hezarna mexdûr hene. Wê dosya yek bi yek werin lêkolînkirin. Yanî bi vê komîsyonê çareserî nabe. Li şûna vê yekê divê li qada herêmî komîsyon werin avakirin ku karibe bi lez û bez lêpirsînê bikin û sûcdar û nesûcdar ji nav hev derxînin." Bozbay destnîşan kir, heta ku komîsyonên herêmî neyên avakirin wê encamek bi dest nekeve.
Ozdemîr Ornek ku dema li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dixebitî bi biryarnameyê ji kar hate derxistin, ji ber ku endamê şîrketê ye wê nikaribe ji Komîsyona Rewşa Awarte sûdê werbigire. Ornek got, "Weke endamê şîrketê, em mexdûr nayê dîtin. Sedemeke fermî jî ji me re ranegihandin. Lê dîsa jî em ê serlêdana xwe bikin."