Turk: Meşa Edaletê divê veguhere têkoşîneke hevpar

Ahmet Turk diyar kir, Meşa Edaletê gaveke hêja ye û divê ji bo 80 mîlyonî be. Turk got, ew dixwazin ev pêngav veguhre têkoşîneke hevpar.

Hevşaredarê berê yê Bajarê Mezin ê Mêrdînê, siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk, ku weke endamekî heyeta HDP'ê serdana 'Meşa Edaletê' kir, ji ANF'ê re axivî.

Turk, meş weke 'gaveke hêja' bi nav kir û got, ew dixwazin ev pêngav veguhere têkoşîneke hevpar a ji bo 80 mîlyonî. Turk destnîşan kir, dema ku hemû daxwaza edaletê û bindest gihîştin hev, hingî girîngtir dibe.

'PÊWÎSTE HER KESÎ HEMBÊZ BIKE'

Ahmet Turk anî ziman, bi meşê re pêvajoyeke nû dest pê kiriye û diyar kir, pêwîste di vê pêvajoyê de hemû mezlûm bên hembêzkirin. Ahmet Turk bibîr xist, li vî welatî neheqî herî zêde li Kurdan tê kirin û got, "Yên ku herî zêde bêedaletî bi serê wan ve hatiye, Kurd in; em in. Ji ber vê yekê em edaletê gelekî girîng dibînin, lewma em piştgiriyê diidn meşê. Em dixwazin daxwaza edaletê ji bo her kesî be." Ahmet Turk destnîşan kir, ku ew bawer e bi demê re wê ev pira edaletê bê danîn.