Şêwra Dewletê biryara hilweşandina Sûrê pejirand
Serlêdana li Şêwra Dewletê ya ji bo betalkirina ‘Gelemperîkirina Lezgîn’ a Desteya Wezîran a Tirk ku 90 ji 100’î ya Sûrê di nav xwe vedihewand nehate pejirandin.
Serlêdana li Şêwra Dewletê ya ji bo betalkirina ‘Gelemperîkirina Lezgîn’ a Desteya Wezîran a Tirk ku 90 ji 100’î ya Sûrê di nav xwe vedihewand nehate pejirandin.
Şêwra Dewletê biryar da ku biryara ‘camewerîkirina lezgîn’ a Desteya Wezîran ne li dijî hiqûqê ye. Şêwra Dewletê serlêdana Gulsema Kaşan ku mala wê jî ketibû ber biryara hilweşandinê red kir û biryar da ku lêçûnên dadgehê jî bide.
Rêveberiya 6. a Şêwra Dewletê serlêdana Gulsema Kaşan a bi mebesta rawestandina biryara Desteya Wezîran a ‘camewerîkirina lezgîn’ ku 90 ji 100’î ya Sûrê di nav xwe de vedihewîne red kir, ku ev biryar ji hêla Desteya Wezîran ve 21’ê Adara 2016’an hatibû erêkirin û 25’ê Adarê ketibû meriyetê.
Gulsume Kaşan ku mala wê li Taxa Iskender Paşa ya navçeya Sûrê ye, li dijî biryara camewerîkirina Sûrê ku mala wê jî dikeve ber vê biryarê, li Şêwra Dewletê giliyê Wezareta Serokwezîrtî û Hawîrdor û Bajarvaniyê kir da ku pêkanîna biryarê were rawestandin.
Kaşan di daxwaznameya doze de diyar kir ku ji bo biryara camewerîkirina giştî ji bo her parsêlî divê biryarên cihê cihê werin dayin, mafê li ser milk tê binpêkirin û xwest ku biryar were betalkirin. Wezareta Hawîrdorê û Bajarvaniyê ku li ser daxwaza Şêwra Dewletê parastina nivîskî şandî diyar kir, li Sûrê ku weke qade bi rîsk biryar li ser hatiye dayin, avakirina navçeyê heta bi asteke zêde bê pergal e û ji ber sedema şer ji bo ku mexdûriyeta li navçeyê di zûtirîn demê de were çareserkirin ev biryar hatiye standin û xwest ku doz were redkirin.