HDP’ê ragihand ku wê beşdarî ‘Mîtînga Edaletê’ bibin
HDP’ê, ragihand ku wê di dawiya Meşa Edaletê de, beşdarî Mîtînga Edaletê ku wê 9’ê Tîrmehê bê lidarxistin bibe.
HDP’ê, ragihand ku wê di dawiya Meşa Edaletê de, beşdarî Mîtînga Edaletê ku wê 9’ê Tîrmehê bê lidarxistin bibe.
Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê, têkildarî “Mîtînga Edaletê ya ku wê 9’ê Tîrmehê’ li Maltepe ya Stenbolê bê lidarxisin îro daxuyaniyek nîvîskî da.
Di daxuyaniya bi sernavê ‘Em piştgirî didin Mîtîna Edaletê ya 9’ê Tîrmehê’ de wiha hate gotin: “Bi armanca piştgirîkirin û destekdayîna lêgerîn û tevgerên civakî ya em girîng dibînin û têkoşîna wê dikin, bi sirûda ‘Ji bo her kesê edalet’ beşdarî mîtînga 9’ê Tîrmehê ya ku wê li Senbolê bê lidraxisin dibîn.”
JI BO HER KESÊ EDALET
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:
“Di gava destpêkê de em di wê fikrê de bûn ku wê sûdekî girîng bide civaka Tirkiyeyê, em hêdî hêdî diogihêjin merheleya dawî ya Meşa Edaletê ku me piştgirî û peyamên xwe arasteyî wê kir. Edalet û daxwaz yek ji mijarên herî zêde bang û lêgerîna wê li Tirkiyeyê tê kirin û têkoşîna wê tê kirine. Di heman demê de lêgerîna edalet û têkoşîna wê di heman demê de têkoşîna demokrasî , wekhevî, maf, azadî û aştiyê ye. Bi armanca piştgirîkirin û destekdayîna lêgerîn û tevgerên civakî ya em girîng dibînin û têkoşîna wê dikin, bi sirûda ‘Ji bo her kesê edalet’ beşdarî mîtînga 9’ê Tîrmehê ya ku wê li Senbolê bê lidraxisin dibîn.
Di wê baweriyê de ne ku gelên wî welatî, hemû mirovên xwedî wijdan û hestyar; pariyên siyasî, saziyên civaka sivîl, sendîka, rêxistinên civak sivîl, komele û di warê edalet, demokrasî, wekhevî, aştî û têkoşîna azadiyê de hemfikirin.
Mafê mirovan ên gerdûnî û azadî, rêgezên hiqûqa demokrasî ya gerdûnî, li ser bingehê peymanên demokrastîk ên navneteweyî bilindkirina têkoşîna demokrasiyê û xurtkirina wê erka herî mezin a me hemû yane.”