Cîgirê Serdozgerê Komarê yê Amedê Kûrtça Eker, ku bi delîlên ne hiqûqî li hemberî Hevserokên Giştî û parlamenterên HDP'ê gilîname amade kir, demeke dirêj dihate zanîn ku ji cemaeta Gulen e. Derket holê ku Eker bi AKP'ê re li hev kiriye.
Cemaeta Fetûllah Gulen, ji kuştina gelek ciwanên Kurd û girtina bi hezaran siyasetmedar û aktîvîstên Kurd tê dîtin. Wekîlê Serdozgerê Komarê yê Amedê Kûrtça Eker, ku eşkere bû endamê vê cemaetê ye, bi saya dijminatiya xwe ya li Kurdan bi AKP'ê re li hev kir.
Wekîlê Serdozgerê Komarê yê Amedê Kûrtça Eker, ku ji aliyê Parlamenterê Dîlokê yê AKP'ê Şamîl Tayyar ve weke "endamê FETO" hate îlankirin, bi biryarnameya dozger û dadgeran a di 4'ê Tîrmehê de hate weşandin re, ji bo navçeya Fethiye ya Mûglayê weke dozger hate wezîfedarkirin.
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de, derket holê ku Kûrtça Eker li dijî bi dehan parlamenterên HDP'ê fezleke û gilîname amade kiriye. Der barê Kûrtça Eker de, ku di sla 2015'an de bi biryarnameya HSYK re ji Wekîliya Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê tayînî Wekîliya Serdozgeriya Komarê ya Amedê hate kirin, Parlamenterê AKP'ê Tayyar di qenaleke televîzyonê ya taybet de axivî û got, "Min xwe ker kir, lê êdî bes e. Ez îsyan dikim. HSYK bi biryarên xwe yên dawî re paralelî li cihên girîng wezîfedar kir. Kes nikare li ser min ferz bike ku Mahmût Yalçin Ari li Dîlokê û Kûrtça Eker jî li Amedê wekîlên serdozgeriyê bin. Eger der barê tiştên dibêjim de tiştek neyê kirin, hingî ez deftera paralelê digirim û careke din gotina paralel wê ji devê min dernekeve."
BI AKP'Ê RE LI HEV KIR
Derket holê, Eker ê ku di nava AKP'ê de jî bû sedema nîqaşê, ji bo darizandina wekîlên HDP'yî bi desthilatdariyê re li hev kiriye û ji bo wekîlên HDP'yî bi cezayên giran werin darizandin, ketiye nava hewldanan.
Ji sala 2015'an dema destpêkirina wezîfeya xwe û heta sala 2017'an, li binê bi sedan fezlekeyên li Amedê li dijî parlamenterên HDP'ê hatine amadekirin û ji Meclîsê re hatine şandin, mohra Eker heye. Piştî rakirina mafê destnedanê yê parlamenterên HDP'ê, derket holê ku li binê hemû gilînameyên li dijî parlamenterên HDP'ê yên li Amedê hatina amadekirin, mohra Eker heye.
GUHDARÎKIRINA LI QANÛNAN NAYÊ, DI GILÎNAMEYÊ DE BI CIH KIR
Gilînameya Eker li dijî Baydemîr amade kiribû, ku ji ber cihê mala cem da Elewiyan gilîname li dijî wî hate amadekirin, bûbû sedema nîqaşê. Eker, guhdarîkirina li parlamenteran bi rengekî ne qanûnî, weke delîl di gilînameyê de bi cih kir. Hat ragihandin, di nava dadgeriyê de tê zanîn ku Eker endamê cemaeta Gulen e.
GILÎNAMEYÊN LI DIJÎ HEMÛ WEKÎLAN, JI ALIYÊ WÎ VE HATINE AMADEKIRIN
Gilînameyên li dijî Hevserokên Giştî yên HDP'ê Demîrtaş û Yuksekdag, parlamenterên HDP'ê Gulser Yildirim, Sirri Sureyya Onder, Ziya Pîr, Îmam Taşçier, Meral Daniş Beştaş, Ayhan Bîlgen, Nîmetûllah Erdogmûş, Huda Kaya, Sîbel Yîgîtalp, Feleknas Ûca, Osman Baydemîr, Îdrîs Balûken, Çaglar Demîrel, Selma Irmak, Leyla Zana û Altan Tan ji aliyê Eker ve hatine amadekirin.