Li Mûsilê çeteyên DAIŞ’ê di qadeke teng de asê man

Li Mûsila kevn şerê dijwar didome. Hêzên Iraqê hêdî hêdî bi pêş ve diçin.

Tax hatiye mayînkirin, çeteyên DAIŞ’ê bi bikaranîna gelek tunelan tevdigerin. Ber bi dawiya ve, êrîşên xwekuj zêdetir dibin.

Di destê DAIŞ’ê de tenê çend kolan mane. Qala qadeke wisa dikin ku 800 metre dirêj e û 300 metre fireh e. Hêzên Iraqê ev der jî dorpêç kirine.

Li beşên din ên bajêr alozî didome. Li kolanan hêrs û nefret zêde ye. Hin cenazeyên DAIŞ’ê li taxan bi dîregan ve hatine daliqandin.

Li gorî texmînan nêzî 200 çete li Mûsilê ne. Li gorî fermandarên leşkerî yên Iraqê çeteyên mane, piraniya wan biyanî ne.

Roja Sêşemê komeke ji çeteyên Çeçen hate îmhakirin. Berdevkê Wezareta Karên Hundir Emîd Seîd Meîn diyar kir ku li rojavayê Mûsilê jineke Êzidî ya 20 salî hate rizgarkirin.

Bi hezaran Êzidî di Hezîrana 2014’an de hatibûn revandin û bi çavê koleyan li wan dinihêrîn.

Di sala 2014’an de Mûsil bêyî şer ketibû destê dagirkeriya DAIŞ’ê û di serê Tebaxê de jî êrîşî Şengalê kiribûn.