Avesta: Mîna Kobanê divê gelê me li dora Efrînê bicive

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya  KCK'ê Sozdar Avesta li ser êrîşên li ser Efrînê got, "Çawa ku gelê me yê welatparêz û sosyalîst di dema êrîşa dijî Kobanê de li dora Kobanê civiyan, divê bi heman şêwazî li dora Efrînê bibin xelek."

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta, mijarên di rojeva Kurdistanê de ne ji Çira TV re nirxand.

Avesta bal kişande ser êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Efrînê de û got, "Çawa ku gelê me yê welatparêz û sosyalîst di dema êrîşa dijî Kobanê de li dora Kobanê civiyan, divê bi heman şêwazî li dora Efrînê bibin xelek". Avesta tevlêbûna YJŞ’ê ya li Operasyona Reqayê weke pêngaveke dîrokî pênase kir û got ji her kesî zêdetir heqê YJŞ’ê ye ku li Mûsil û Reqayê be. Avesta her wiha bal kişanda ser xebatên ji bo Kongra Netewî û got, tevgera wan Tevgera Azadiyê ji destpêkê ve Rabûneke Netewî û ew bi her rengî li pişt xebatên  Kongra Netewî ne û divê her kesî li pişt van xebatan be.

Endama Konseya Seroktiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta her wiha bal kişande ser kar û xebatên xweseriya Şengalê û got divê Xweseriya Şengalê û Qirkirina Êzîdiyan bi fermî ji hêla dinyayê ve were naskirin û qebûlkirin.

ÊRÎŞÊN LI SER ROJAVAYÊ KURDISTANÊ

Avesta têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Efrîn û herêma Şehbayê got: "Erdogan û Bahçelî hovîtiya xwe ya li hemberî gelê Kurd, bi taybetî li dijî Efrînê dewam dike. Bajarê Efrînê bajarekî dewlemend e. Bi taybetî ji aliyê xwezayî ve gelekî dewlemend e, lewma topan lê dibarînin û dişewitînin. Lê niha dixwazin ji bejahî ve jî êrîş bikin."

Sozdar Avesta anî ziman ku ev operasyon ji bo dagirkirin û tinekirinê tê kirin û destnîşan kir, ku êrîşa Erdogan a li ser Şehbayê wê dawiya wî bîne û di bin de bimîne.

MÎNA LI KOBANÊ, DIVÊ GELÊ ME Û SOSYALÎST LI DORA EFRÎNÊ BIBE XELEK

Avesta diyar kir, eger dewleta Tirk bikeve herêmê wê nikaribe jê derkeve û got, "Her kes baş bi vê dizane. Naxwazin Reqa azad bibe. Çawa ku gelê me yê welatparêz û sosyalîstan di dema êrîşa dijî Kobanê de li dora Kobanê civiyan, divê bi heman şêwazî li dora Efrînê bibin xelek. Operasyona rizgarkirina Reqayê, ku ji bo gelek kesan cih û mijareke girîng e, li ber bidawîbûnê ye. Bi destpêkirina Cenga Mezin re êdî kes nikare pêşî li vê yekê bigire. DAIŞ ku bi taybetî dijminê jinan e, xwest ku vîna azad a jinan tine bike û jinê bixe nava çar dîwaran. DAIŞ'ê bi vê armancê ji xwe re navendek esas girt. Ew jî li Iraqê, herêma Şengal bû. Jinên Êzidî yên li vir girtin birin Mûsilê. Li wir dest û piyê wan girê dan, li qemyonan bi zincîr kirin, girê dan û li bazara firotin. Di çapemeniyê de jî derket, 19 jinên ku serî li ber wan netewandin, par bi rengekî hovane şewitandin. Heman tişt li Reqayê jî dihat kirin. Ji ber ku Reqa di bin kontrola wan de ye û kesî zêde dengê xwe li kiryarên li vir nedikir. Li Reqayê bi hezaran jin niha di bin xaniyan de mane. Kesek nizane bê çiqas hene. Ji ber vê yekê, operasyona Reqayê bi rastî jî sembol e. Fermandariya QSD'ê dema dest bi operasyonê kir, got ku ji bo du armancan operasyonê dikin. Yek jê hilweşandina desthilatdariya DAIŞ'ê ye, ya din jî gotin em ê tola jinên Êzidî, Suryanî hilînin. Gotin ku bi taybetî em parêzvanên wan jinên dîl hatine girtin e, em ê tola wan hilînin."

TEVLÊBÛNA YJŞ'Ê LI PÊNGAVA RIZGARKIRINA REQAYÊ, GAVEKE PIR MEZIN E

Sozdar Avesta işaret bi girîngiya tevlîbûna Yekîneyên Jinên Şengalê li nava pêngava rizgarkirina Reqayê kir û got, "Pîroz û girîng e ku YJŞ tevlê bûye. Yekîneya Jinên Şengalê ji bo tolhildana jinên Êzîdî yên ku ev 3 salên di destê DAIŞ’ê de ne diçe û ev gelekî pîroz e. Ji her kesî zêdetir mafê gelê Êzîdîbû ku li Mûsilê û Reqayê şer bikin û tola xwe hilînin û şerê rûmetê bikin. Ez çûna wan gelekî pîroz û bi qîmet dibînim. A ku herî zêde wê mohra xwe li dîrokê bixe pêngavên bi vî rengî ne. Ji bo vê jî ez vê pêngavê weke pêngaveke pir mezin dibînim.

Êdî kesek nikare jina Êzîdî bike kole û li bazaran bifiroşe. Ji ber ku êdî vîna wê heye, hêza wê ya parastinê heye û dikare parastina xwe bike, tola xwe hilîne. Niha di milê siyasî de hin derfetên baş bi dest ve anîne. Meha bihurî kongreya xwe danîn, meclîs mezin kirin. Berê Meclîsa Avaker a Şengalê bû niha bûye Meclîsa Rêveber a Xweseriya Demokratîk a Şengalê."

XWESERIYA ŞENGALÊ

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta, girîngiya mijara xweseriyê ji bo civaka Êzidî nirxand û got, "Ji bo hemû gelan xwebûn, xweserî gavên ber bi azadiyê ve ne."

Sozdar Avesta bi berdewamî bal kişande ser pergala Xweseriya Demokratîk û wiha bi nav de çû: "Civaka Êzîdî êdî  bi wê bîr û baweriyê ye, heke pergala xwe ya Xweseriya Demokratîk ava nekin wê rê li fermanên dî jî vebe, ji bo vê sedemê jî dest bi avakirina pergala xwerêveberiyê kirine û meclîs û saziyên xwe datînin. Vê jî ji ber parastina civakê dikin, çimkî baş dizanin heke pişta xwe bidin kîjan dewletê jî ew dewlet wê nikaribe civaka Êzîdî biparêze. Heke em li felsefeya Serok Apo û paradîgmaya Serok Apo binerin em ê bibînin ku ji destpêka avakirina partiya me ve heta bi niha li ser esasê xeta sêyemîn xebat dihatin birevebirin, em dikarin bibêjin ku xweserî ew xeta sêyemîn e ku di rewşa berdest de wê bibe xeta parastinê ya civaka Êzîdî. Her wiha dema ku em li Rojhilata Navîn binerin em ê bibînin ku xweseriya demokratîk edilî ye, her wiha dema ku mirov li Rojavayê Kurdistanê binere, bi taybetî jî li pergala federasyona demokratîk a Bakurê Sûriyê em ê bibînin ku ev pergal li ser xeta sêyemîn e.

Ji bo vê jî li gel ku ev qas ferman bi ser civaka Êzîdî de hatine jî her tim pişta xwe bi hine dî germ kirine. Li gor xeta sêyemîn divê mirov bi xwe bawer be û pişta xwe nede hine dî, divê di her milî de mirov bikaribe xwe bi rê ve bibin. Em dikarin bibêjin niha li Şengalê hewldana xweseriyê geş dibe. Heke gelê Şengalê bibe bendek û yek deng ew bi xwe xweserî ye. Dema ku mirov xwe nas kir û qebûl kir kesên dî jî wê me nas bikin û qebûl bikin. Mafê Êzîdiyan heye ku piştî 74 fermanan xwe biparêzin, xweser bijîn. Bi dehan sedemên vê hene. Heta niha bi hezarn hêsîrên wan di destê DAIŞ’ê de ne. Çi heqê kesekî nîn e ku bibêje Şengal bi ser min ve ye yan bi ser yê din ve ye. Her Êzîdî, li kûderê dibe bila bibe dikare mafê xwe bixwaze, ji ber ku sedemên wan pir in. Niha Şengal navenda gelê Êzîdî ye û gelê dî dibêjin bila ji xwe re bikin û yên di wê temaşe bikin, ev nabe. Gelê Êzîdî li her derê Şengalê dişopînin, niha ji bo wan a girîng ew e ku xwedî li xweseriya Şengalê derbikevin. Ne ku tenê bibêjin di dema fermanê de em ji bo çalakiyekê, meşekê bikin, ev têrê nake. Li her devera ku Êzîdî lê dijî divê siyaseteke hevpar hebe. Her kes bi serê xwe divê siyaseteke cuda neke."

QIRKIRINA CIVAKA ÊZÎDÎ

Avesta diyar kir, ji bo ya ku bi ser civaka Êzîdî ve hat li Neteweyên Yekbûyî, Amerîak û Kanada weke qirkirinê were nasîn hewldan hene, lê divê ev biryar tenê li ser belgeyan nemîne. Avesta got, "Dema ku yek biryar ji bo xweseriya Şengalê were dayin bi hezaran ne dostên wan di nava hewldanê de ne da ku xweserî yan jî qirkirin neyê qebûlkirin. Ji bo vê jî niha gel parçe kirine, dorpêç kirine. Ji bo ku Şengalê bê vîn bikin ev 3 sal in derketin û ketina nav Şengalê kirine weke zindanekê.

Ji bo ku ev were şikandin divê keç û xorên Êzîdî divê di nav YBŞ, YJŞ’ê de cihê xwe bigirin. Ji Şengalê heta bi kampên Başûr tekana parazvanên rûmeta wan YBŞ, YJŞ ne. Êzîdî her li kû bijîn jî divê xwe tevlî nav hêzên YBŞ û YJŞ’ê bikin."

TEVGERA AZADIYÊ RABÛNEKE NETEWEYÎ YE

Li ser hewldanên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê yên ji bo pêkhatina yekîtî û kongreya neteweyî ya Kurdan, Avesta ev nirxandin kir:

"Li ser babeta kar û xebatên Kongra Neteweyî ya Kurdistanê gelek şîrove hatin kirin. Heta niha seriyek dane hemû tevgerên mezin. Helwesta me KCK’ê, PKK’ê ji bo yekîtiya neteweyî çiye? Bi van serdanan em careke din bibêjin; hewlesta me ya Tevgera Azadiyê di vê hêlê de zelal e, piştevaniya me ya ji bo xebatan diyar e, em dikarin bibêjin rabûma me ya Tevgera Azadiyê rabûneke neteweyî bû. Ji destpêkê û heta nha ji hemû Kurdistanê milîtan di nava tevgerê de cihê xwe girtine. Ji hemû herêmên Kurdistanê şehîd hene, şervan hene.  Ev jî kedekê nîşan dide, li vir kedeke mezin, westandineke mezin a Serok Apo heye. Sedema ku ev qas tecrîda giran li ser Serok Apo dikin ev pêşketin in.

Niha li Başûrê Kurdistanê referandûm tê nîqaşkirin. Li Başûr arîşeyên pir giran hene, li Bakur dîktatoriyek heye. Siyaseta demokratîk tasfiye kirin, ji her hêlê ve bêhn li gelê Kurd teng kiriye. Li Rojhilatê Kurdistanê zextên giran hene. Ji her hêlê ve Kurd divê xwe bi xwe arîşeyên xwe çareser bikin.

DIVÊ HER KES ALÎKARIYÊ BIDE XEBATÊN KNK'Ê

Di 15-16’ê meha pêşiya me de wê komxebet pêk were. Di vê komxebatê de rêyên ji bo yekîtiya neteweyî, xetên zirav wê werin diyarkirin û li ser vê jî kar û xebatê bikin. Ji bo vê jî hemû hêz divê piştevanê vê bin, ji milê me ve ti astengî nîn in, Kongreya Neteweyî vîna gelê Kurd e."

QEYÛM ENDAMÊ ÎSTÎXBARATÊ NE, TÎMÊN TAYBET, KONTRA NE

Avesta di dawiya axaftina xwe de got, "Bila her kes bizanibe di rastiya PKK’ê de, di rastiya têkoşîna jinê de, ew jina ku xwe bi azadiyê nas kir, ti hêz wê nikaribe wê jinê bike qefesê. Dema ku jinê tehma azadiyê kir êdî kesek wê nikaribe koletiyê li ser ferz bike. 45 salan di xeta Sakîne Cansiz de têkoşîna azadiyê hate kirin, bi hezaran lehengên şehîd hene. Li Bakurê Kurdistanê, bi taybetî jî dilê demokrasiyê, azadiyê, wek modêla xweseriyê û xwerêveberiyê Şaredarî çêbûn. Li Amed û Licê şaredarî bi dest ve anîn û hewldaneke wan a pir mezin hebû, gelek ji wan hevşaredaran jin bûn lê bi qeyûmê xwestin vê vînê bişkînin, parlamento girtin, şaredar girtin, hevserok girtin. Ev qeyûmê ku anîne jî hemû endamên îstîxbartanê ne, tîmên taybet in, kontra ne, tenê bi navê xwe qeymeqam in û xwe weke qeymeqam didin naskirin lê ne wiha ye. Ev jî ji hêla Qesra Erdogan ve bi taybet hatine perwerdekirin û wiha ew sazî hatine desteserkirin, li wan deran hatin bi cih kirin, mînaka berbiçav Licê ye.

Ji bo vê jî ne tenê li dijî HDP’ê bi hemû rengî, zilm û zorê li ser ciwanan dikin. Bi her cure êrîşên gemarî êrîşê dibine ser ciwanan, wan dixapînin, li hêlekê dibêijn ciwanên ku temenê wan 18 salî bin dikarin tevlê hilbijartinê bibin û li hêla dî jî ciwanan nahêlin. Ji bo vê jî ew eniya ku 16’ê Nîsanê diyar bû divê bikeve nav liv û tevgereke pir mezin e. Divê bikaribe bi vîna gel vê dîktatoriyê birûxîne."