Rapora li ser Tirkiyeyê ya Parlamenta Ewropayê, îro wê li Strasboûrgê were nîqaşkirin. Rapor ji aliyê Parlamentera Hollandî Katî Pîrî hatiye amadekirin. Taybetiya vê raporê ev e ku ji sala 2005'an û vir ve wê cara pêşîn saziyeke PE banga sekinandina muzakereyan bike.
'LEZÛBEZ Û BI AWAYEKÎ FERMÎ…'
Di biryarê de ya ku hê pêşnûma ye tê gotin ku, “Heke guherîna destûra bingehîn a 16’ê Nîsanê têkeve meriyetê” ji bo sekinandina muzakereyên endamtiyê yên bi Tirkiyeyê bang li dewletên YE û Komîsyona Ewropayê tê kirin.
Li gorî Parlamenta Ewropayê guherandina destûra bingehîn ne li gorî rêgeza cihêbûna hêzan û krîterên Kopenhagê ye. PE di biryareke xwe ya di sala 2016’an de ji bo “rawestina” muzakereyan bang kiribû.
PE dixwaze ji dêvila muzakereyên hevpar “li ser qadên hevpar nîqaşên dilsoz û vekirî bi Enqereyê re were kirin” û ji bo “qadên hevpar” jî têkoşîna li dijî terorê, koçkirin, enerjî, ekonomî û bazirganiyê rêz dike.
Lê dixwaze hevkariya di van qadan de li gorî “mafên mirovan û hurmeta ji bo azadiyên bingehîn be.”
DIXWAZE FON JÎ WERIN QUTKIRIN
PE dixwaze heke muzakereyên endamtiyê werin sekinandin bila ev fon jî werin sekinandin û ev pere ji bo civaka sîvîl û penaberên li Tirkiyeyê werin bikaranîn.
Hemû komên siyasî yên di nava PE dixwazin ku muzakere werin sekinandin û li gorî berjewendiyan hevkarî were kirin.
Serokê demokratên Xirîstiyan parlamenterê Elman Manfred Webes di civîna çapemeniyê ya roja Sêşemê de ji bo Tirkiyeyê gotibû ku, “ji riya Ewrûpayê derketiye û pêvajoya endamtiya wê li rabirdûyê maye.”
'REWŞA AWARTE BANDOREKE NEYÎNÎ AVA DIKE'
Di pêşnûmaya biryarê de tê ragihandin ku ‘tedbîrên’ di çarçoveya Rewşa Awarte de li ser hemwelatiyan “bandoreke neyînî û mezin û ya ji bo demeke dirêj” çêdike.
'ERDOGAN HURMETÊ DIŞKÎNE'
Di pêşnûmayê de cih dane gotinên Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyip Erdogan yên ku ji bo rêberên Ewrûpayî gotibû “Nazî” û tê ragihandin ku “gotinên bi rengî hurmeta siyasî ya Tirkiyeyê dişkîne.”
Di raporê de tê destnîşankirin ku çareseriya aştiyane ya doza Kurdan “Ji bo pêşeroja demokratîk a Tirkiyeyê jî hewce ye.”
Rapor îro piştî ku di desteya giştî de hate nîqaşkirin wê di desteya giştî de were dengdan.