Parlamenta Ewropayê danûstandinên bi Tirkiyeyê re sekinand

Parlamenta Ewropayê, rapora li ser rawestandina danûstandinên endametiyê yên bi Tirkiyeyê re, qebûl kir. Rapor bi 466 dengan hate qebûlkirin.

Rapor ji aliyê raportora Tirkiyeyê ya Parlamenta Ewropayê Katî Pîrî ve hate amadekirin. Di raporê de bang hate kirin ku danûstandinên endametiyê yên bi Tirkiyeyê re werin rawestandin.

Di rapora parlamentera Hollandî Katî Pîrî de bang li dewletên Yekîtiya Ewropa û Komîsyona Ewropayê hate kirin, ku eger 'paketa guhertina destûra bingehîn a 16'ê Nîsanê bi rewşa heyî bikeve meriyetê', danûstandinên endametiyê yên bi Tirkiyeyê re 'tavilê û bi awayekî fermî' rawestînin.

Hat destnîşankirin, ku paketa guhertina destûra bingehîn li pîvana cudahiya ji hev a hêzan û krîterên Kopenhagenê nayê, lewma ev yek bûye hincet ji vê biryarê re.

Parlamenta Ewropayê, di Mijdara 2016'an de biryareke din jî dabû û bang kiribû ku danûstandinên endametiyê 'bên sekinandin'.

Di pêşnûmeya biryarê re hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê û çalakiyên terorê yên li Tirkiyeyê hatin şermezarkirin. Hat gotin, ku mafê hikumeta Tirk e ku berpirsyaran di çarçoveya dewleta hiqûqê û mafê darizandina adîl de mehkeme bike.