Li Elmanyayê pankarta ‘Dîktatoriyê bikuje’

Li Elmanyayê di 3’ê Tîrmehê de li Berlînê li pêşiya Avahiya Serokwezîr li dijî “dîktatoran” çalakiyek hate lidarxistin. Erdogan ji ber çalakiyê nerazîbûna xwe nîşan da.

Çalakî ji aliyê Phîlîpp Rûchê çalakger hate kirin, ku di Navenda Bedewiya Siyasî de dixebite. Di çalakiyê de pankarta “Gelo tu vê wesayîtê dixwazî? Dîktatoriyê bikuje” hate vekirin.
Di pankartê de wêneyê Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan, Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Kralê Siûdî Erebistanê Selman bîn Abdulazîz hene.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê bi daxuyaniyeke nivîskî ev çalakî şermezar kir.

Wezaretê îddîa kir ku, “Di pankartê de li ser jiyana kesên ku wêneyên wan hene, banga şîddetê ya yekser tê kirin.”

Tirkiyeyê beriya çalakiyê Berlîn haydar kiribû û xwestibû ku destûrê nede çalakiyeke wisa.