Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî: Em Tirkiyê şermezar dikin

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, ji ber ku Dîrektora wan a Tirkiyê Îdîl Eser û gelek parezvanên mafên mirovan binçav kirin Tirkiye şermezar kir. ÎHD jî helwesta xwe nîşan da.

Rêxistiniya Efûyê ya Navneteweyî ji ber ku Dîrketora wan Îdîl Eser û parêzvanên mafên mirovan ên ku ji bo semînerekê bidin hatibûn cem hev û li holêta Buyukada ya ku lê diman binçav kirin û ew rewş piştî bi rojekê derkete holê, Tirkiye şermezar kir.

Sekreterê Giştî Salîl Shetty di daxuyaniyê de got: "Ji ber sedema ku dîrektora Tirkiyê ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî di nav de gelek aktîvistên li pêş ên Tirkiyê bê sedem hatine binçavkirin em gelekî bi hêrs in û bêhteng in. Em dixwazin Îdîl Eser û yên ku pê re hatine binçavkirin di cih de bê şert û merc serbest werin berdan."

Di daxuyaniyê de hate gotin Serokkomarê Tirk Tayyip Erdogan ji bo civîna G-20 li Elmanyayê ye û hate gotin: "Niha lîderên dinyayê li Berlînê bi rengekî balkêş e bi xweşbînî nêzîkatî lê dikin ku li Tirkiyê mafên mirovan were binpêkirin. Di rewşeke wiha de ku Erdogan li nêz e, li ser navê mirovên parazvanê mafên mirovan ku di di nav çar dîwaran de ne mirov biaxive û bixwaze ku serbest werin berdan dema herî rast e.

Navê kesên ku hatin binçavkirin wiha ye: Ji Komeleya Walîtîbûnê Nalan Erkem, ji Komîsyona Jinê Îlknur Ustun, Dîrektora Tirkiyê ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Idîl Eser, Endamê Desteya Rêveber ê Tirkiyê yê Rêxistina Efûyê Velî Aci, endama Komeleya Rojeva Mafê Mirovan Gunal Kurşun, ji Komelya Çavdêr a ji bo Mafê Wekhev Nejat Taştan, ji Komeya Welatîbûnê Ozlem Dalkiran, aktîvîstê berê yê Mazlûm Derê Şeyhmûz Ozbeklî û Alî Garawî yê ku moderatoriya civînê dikir.

ÎHD: REWŞA BERDEST PIR XETERNAK E

Komleya Mafên Mirovan (ÎHD) jî têkildarî 11 kesên ku hatine binçavkirin daxuyaniyeke niviskî da û got kirinên Rewşa Awarte hatiye rewşeke pir xetarnek.

ÎHD’ê bal kişande ser pêkhatina bûyerê ya di salvgera 26’an a kuştina parastina mafê mirovan Vedat Aydin de û got, ‘metirsiya ewlehiyê ya ku îro parazvanên mafê mirovan dijîn belkî nîşana wê ye ku rewş ber bi kû ve diçe. Lê em ê destûra vê nedin.’’

ÎHD navê kesên ku hatine binçavkirin xwend û xwest ku serbest werin berdan.