Qeyda dengê ajan Mûstafa Karataş

Mûstafa Karataş, dema ku li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê karê sîxuriyê dikir, kişf bû. Qeyda dengê Karataş û rêveberekî payebilind ê MÎT'ê, ku bi hev re daxivîn, derkete holê.

Di vê qeyda deng de, ku gihîşt ANF'ê, plan tê kirin ku agahî û belgeyên Karataş li ser siyasetmedarê Kurd daye hev, bi çi rengî bigihîne ber destê MÎT'ê.

Mûstafa Karataş ê ji Çorûmê ye, ku demeke dirêj li Hambûrgê dijî, dema karê sîxuriyê li dijî saziyên Kurdan dikir, kişf bû. Nûnerên saziyên Kurdan ên ku navê wan di vê qeyda deng de derbas dibe, têkildarî Karataş de daxuyaniyek dan çapemeniyê û bang li dadgeriya Elman kirin ku bi erk û wezîfeya xwe rabe.

Di vê qeyda deng a ji 18 deqeyan de, Mûstafa Karataş û du kes timî didin û distînin. Karataş ku timî agahî û belgeyan pêşkêşî rêveberê MÎT'ê dike, sozê dide ku wê têkildarî siyasetmedarên Kurd hemû agahiyan bide. Ji deng tê fêhmkirin ku Karataş û rêveberê MÎT'ê dema di hundirê wesayitekê de ne û di rê de ne, bi hev re daxivin. Di axaftina navbera wan de navên siyasetmedarê Kurd Zubeyîr Aydar, Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç, Parlamentera Partiya Çep (Dîe Lînke) ya Hambûrgê Cansû Ozdemîr, Parlamentera berê ya HDP'ê Sevahîr Bayindir gelek caran derbas dibe. Mûstafa Karataş sozê dide ku ew ê hemû belge û agahiyên li ser siyasetmedarên Kurd kom bike. Karataş her wiha qebûl dike ku di berdêla pereyan de ew ji polîsê Elman re jî dixebite û îdîa dike ku wî siyasetmedarê Kurd Bedrettîn Kavak û siyasetmedarêN Kurd ên din daye girtin.

PLANÊN QIRÊJ ÊN NAVBERA KARATAŞ Û RAYEDARÊ MÎT'Ê

Beşek ji diyaloga navbera Mûstafa Karataş û rayedarê MÎT'ê wiha ye, ku ev deng gihîşte ber destê ANF'ê:

Rayedarê MÎT'ê: Mûstafa Beg, em ê werin van agahiyan, van belgeyan ji we bigirin. Ku dibe bila bibe, xem nîne. Ez dikarim bi her awayî werim, yanî qet pirsgirêk nîne. Hûn ê îro min bi vî rengî bibînin, sibe bi rengekî cuda...

Mûstafa K.: Divê bi wî rengî be...

Rayedarê MÎT'ê: Hûn dikarin bi vî rengî bibînin. Ev qet ne pirsgirêk e. Ji xwe yên ku bi wezîfeya me dizane, kesek, du kes in. Zêde nîne, ji xwe ne lazime jî. Em ê li cihên pêwîst, hevdîtinên pêwîst bikin. Ji bo destekkirina we jî wê alternatîfek bê afirandin. Di vê mijarê de pirsgirêk nîne. Di mijara aboriyê de wê pirsgirêk dernekeve.

Rayedarê MÎT'ê: Eger agahî û belgeyên ji me re lazim in tu bixwaze bigihîne me, ez ê bêm ji te bigirim. Çawa dibe bila bibe.

.....

Rayedarê MÎT'ê: Der barê Zubeyîr Aydar de agahiyek heye? Te tiştek kir?

Mûstafa K.: Li ser Zubeyîr Aydar agahiya min nîne. Ez Yuksel Koç baş nas dikim. Serokê NAV-DEM'ê bû. Niha bûye Serokê KCDK-E.

Mûstafa K.: Min lîste dabû te...

Rayedarê MÎT'ê: Belê, belê min ew ji camêr re ragihand, lê...

Mûstafa K.: Ew navên li rojnameyê...

Rayedarê MÎT'ê: Belê min ew ji Cemîl Beg re ragihand. Min ew agahî ji Cemîl Beg re ragihand...

Mûstafa K.: E dikarim van hemûyan weke wêne, weke nav jî bidim we...

Rayedarê MÎT'ê: Ez ji we re dibêjim, ez ê bêm. Ez ê mîna yekî çopê berhev dike bêm, weke kesekî ku sarincê tamîr dike bêm, çawa dixwazim bi wî rengî bêm. Ez ê wê bigirim, pirsgirêk nîne.

Mûstafa K.: Temam.

Mûstafa K.: Hevalekî li vê derê, bi girtina Mehmet Fatîh Sayan re kete nava fikar û gumanan. Mesajeke bi vî rengî ji min re şandiye, "Mûstafa xwe jê vegire, niha kar berevajî bûye, ez roja Duşemê têm." Min hinek pere ji wî girt.

Rayedarê MÎT'ê: Niha vê bêjim. Ez ê di nava demeke kurt de bifirim Laheyê û bêm. Ez ê bi rayedarên me yên payebilind ên li wê derê re vê mijarê bi berfirehî binirxînim...

Rayedarê MÎT'ê: Sevahîr Bayindir.

Mûstafa K.: Sevahî Bayindir niha berpiryara jinan a .... ye (...)

Rayedarê MÎT'ê: Ya tevahiya Ewropa ye?

Rayedarê MÎT'ê: Lê belê der barê Sevahîr Bayindir de rewşeke me ku em di cih de lê bidin nîne. Yanî divê agahiya teqez, agahiya zelal herî kêm sê saet berê bigihêje. Lê belê kêmasiyeke di vî warî de heye. Ne diyar e ku îro li ku be, sibe li ku be.