Nûnerên Kurd: Erdogan berpirsyarê amadekariyên sûîkastê ye

Nûnerên saziyên Kurdan bi civîneke çapemeniyê ya li Parlementoya Eyaleta Hambûrgê diyar kirin ku kesekî bi navê Mûstafa Karataş li ser navê MÎT’ê dixebite û li hemberî me êrîşan plan dike.

Nûneran diyar kirin ku di destên wan de qeydên deng hene yên ku tê de Karataş bi rêveberên MÎT’ê re diaxive û gotin divê berpirsê wan Erdogan li Elmanyayê werin girtin.

Nûnerên saziyên Kurdan li Parlementoya Eyaleta Hambûrgê ligel rêveberên Partiya Çep têkildarî xebatên MÎT’ê daxuyanî dan. Parlementera Parlementoya Eyaleta Hambûrgê ya Partiya Çep Cansû Ozdemîr, hevserokên KCDK-E’yê Fatoş Goksûngûr û Yuksel Koç û rêveberên partiya Çep Sabîne Boerddînghaûs û Florîan Kaîser beşdarî civînê bûn.

Nûnerên saziyên Kurdan diyar kirin ku li Hambûrgê kesekî navê Mûstafa Karataş ê ji Çorûmê sîxurekî MÎT’ê ye û di destê wan de belge hene. Nûneran diyar kirin ku di destê wan de qeyda deng a bi vî kesî ya bi rayedarên MÎT’ê hene û gotin ev sîxurî bi plan e û talîmata vî tiştî jî Serokkomarê Tirk Recep T. Erdogan dide. Di civînê de hate xwestin ku dema Erdogan hat Hambûrgê bila were girtin.

‘DEWLETA ELMANYAYÊ ÇIMA BÊDENG E?’

Di civînê hevseroka KCDK-E’yê Fatoş Goksungur axivî û got em naxwazin rewşeke wekî ya sala 2013’an were jiyîn û heke tiştekî wisa were jiyîn, tekane berpirsa vî tiştî dewleta Elman e. Goksungur got ku, “Dizanibûn ku em ê vê civînê li dar bixin. Duh sibehê kevokeke mirî danîne ber devê deriyê Yuksel Koç, bi telefonan her roj tehdît dikin. Rayedarên Elman ligel ku vî tiştî dizanin jî bêdeng in. Di qeyda deng a Mûstafa Karataş de navê kesên wekî Zubeyîr Aydar, Yuksel Koç, Cansû Ozdemîr û Sevahîr Bayindir heye. Divê doza şêwirmendê Erdogan Gergerlîoglû, Fatîh Mehmet Sayan û doza Mûstafa Karataş bibe yek.”

‘ERDOGAN DEMA KU HAT ELMANYAYÊ DIVÊ WERE GIRTIN’

Goksungur got ku, “Erdogan bi xwe talîmata van tiştan daye. Siyasetmedarên Kurd dikin hedef. Ji ber vê jî daxwaza me ev e ku dema Erdogan hat Elmanyayê bila were girtin.”

‘KESÊN KU NAVÊ WAN DI QEYDAN DE HENE, LI KU NE?”

Hevseroka din a KCK-E Yuksel Koç ji ragihand ku têkildarî saziyên Kurd xebatên sixûrtiyê tê kirin û têkildarî mijarê di destê wan de belgeyên cidî hene û wiha got; "Heta niha me belge û agahî dane berpirsên dewletên Elmanya, Fransa û Belçîkayê. Niha gelek belgeyên din hene. Ger ku ev dewletên he cidî bin em amade ne ku van belgeyan jî bidin wan. Dewleta Tirk bi şêweyî sîstematîk û plankirî vî karê sîxûrtiyê dimeşîne. Em ji dewleta Elman dipirsin; Di qeydên dengan de Cemîl Bey, Dogu Bey, Selçûk, Bînalî kî ne? Ev niha li Elmanyayê dijîn yan ji li Tirkiyeyê? Em dixwazin vana bizanin. Pêwîst e dewleta Elmanyayê vana derxe holê."

'JIYANA BAYÎNDIR DI BIN XETEREYÊ DE YE'

Koç bi berdewamî wiha got; "Di qeydên dengan de tê gotin ku 'cihê siyasetmedaran beriya 3 saetan agahî bidin me' Armanca van diyar e. Jiyana Sevahir Bayîndir di xetereyê de ye. Dîsan navê gelek kesan derbas dibe. Jiyana van hemû siyasetmedaran di xetereyê de ye. Pêwîst e dewleta Elmanyayê êrîşa li dijî van siyasetmedaran bide sekinandin û van kesan biparêze. Niha dozgerê Hambûrgê dixwaze doza Mehmet Fatih Sayan bike tenê ya kesekî. Li gorî me ev şaş e. Ev tiştekî bi plan û organîzekirî ye. "

Civîna çapemeniyê piştî pirsên rojnamevanan bi dawî bû.

Nûçeya din a têkildarî bûyerê; https://anfkurdi.com/rojane/li-elmanyaye-endameki-din-e-mIt-e-desifre-bu-82765