Siwîsre dixwaze ciwanê Kurd radestî Tirkiyeyê bike?
Siwîsre, ciwanê Kurd ê bi navê A.Rûhat Ûzûn ê ku daxwaza rûniştina siyasî kir,dixwaze koçberên siyasî yên Kurd ku vegerîne Bûlgarîstanê û radestî Tirkiyeyê bike.
Siwîsre, ciwanê Kurd ê bi navê A.Rûhat Ûzûn ê ku daxwaza rûniştina siyasî kir,dixwaze koçberên siyasî yên Kurd ku vegerîne Bûlgarîstanê û radestî Tirkiyeyê bike.
Siwsre ya ku destûra Dûblîn dike hincet ku ciwanê Kurd ê bi navê Abdulah Rûhat Ûzûn (42) ku li Tirkiyeyê di derbarê wî de biryara girtinê heye, di têketina Bûlgarîstanê de dixwazin paşve vegerîin û di wateyeke din de dixwazin radestî Tirkiyeyê bike.
Ûzûn ê ku li Hatay û Dîlokê dema di nava siyaseta Kurd de xebatên rêxistinên ciwanan dikir di sala 2015’an de meha Tîrmehê de bi îdîaya ‘Endamê rêxistinê’ hate girtin û 10 mehan li girtîghê ma û şûnde, biryara qedexeya çûna derve lê hate birîn û hate berdan. Ûzûn ê ku bi rêyên qaçax xwe gihand Swîsreyê ji bo vegerîne Bûlgarîstanê hate girtin.
Ûzûn ê ku dema 10 mehan li girtîgeha Antalyayê ma û şûnde ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a Kilîsê ve bi bêgirtin hate berdan û şûnde, dema ku derbasî Ewropa dibû li Bûlgarîstanê hate girtin, ji ber metirsiya ku wê bişînin Tirkiyeyê li vir weke hemwelatiyê Sûriyeyê daxwaza rûniştinê kir.
JI BO VEGERANDINA BÛLGARÎSTANÊ HATE GIRTIN
Ûzûn ê ku piştî ku nasnameya wî ya rastî derket holê û ji ber şert û mercên koçberan a li Bûlgarîstanê 27’ê Nîsana 2017’an derbasî Swîsreyê bû û daxwaza rûniştina siyasî kir, roja Dûşema borî ku li kampa koçberan bû ji bo vegerandina Bûlgarîstanê hate girtin, birin girtîgeha bi navê Regîonalgefongnîs a li Bernê.
TÊ WATEYA RADESTKIRINA TIRKIYEYÊ
Siwîsre, tevî ku dizane Ûzûn berovajî rewşa Bûlgarîstanê, bi nasnameya xwe ya rastî ji ber rîska girtina li Tirkiyeyê dizane jî destûra Dûblîn dike hincet û bibiryare ku Ûzûn bişîne Bûlgarîstanê. Ev biryra Siwîsreyê tê wateya ku Ûzûn radestî Tirkieyê bike.
BIRAYÊ ÛZÛN: DIVÊ SWÎSRE DAWÎ LI BÊHIQÛQIYÊ BÎNE
Birayê Ûzûn Ferît Ûzûn ê ku têkildarî rewşê ji ANF’ê re axivî, diyar kir ku şandina birayê wî ya Bûlgarîstanê tê wateya radestkirina Tikiyeyê. Birayê Ûzûn destnîşan kir ku birayê wî Ûzûn ji ber xebatên li Tirkiyeyê dayî meşandin sala 2015’an hatibû girtin, di rewşa heyî de şandina Ûzûn a Tirkiyeyê wê bê girtin.
Birayê Ûzûn li dijî destûra Dûblîn a Siwîsre ku weke hincet dide nîşandan û di rojên pêş de şandina Bûlgarîstanê nerazîbûn nîşan da, diyar kir ku divê Swîsre bi demildest dev jî vê bêhiqûqiyê bîne.