Demîrtaş wê yekemcar tevlî rûniştinekê bibe
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, wê di rûniştina li 35. Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê amade be.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, wê di rûniştina li 35. Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê amade be.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, ji 4'ê Mijdara 2016'an roja girtinê û vir ve her tim bi rêya sîstema deng û dîmen (SEGBÎS) tevlî rûniştina dozê hate kirin, wê sibe yekemcar li rûniştina dozê amade be û li hemberî dadger, xwe biparêze. Dadgerê biryar da ku di rûniştina sibe (Înê) ya li 35. Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê de Demîrtaş amade be. Hat ragihandin, ev biryar ji rêveberên HDP'ê re hatiye ragihandin.