Bavê Berkîn: Di qesra vala de em ê li edaletê bigerin

Beriya rûniştina 2’emîn a têkildarî kuştina Berkîn Elvan ê ku di dema bûyerên Geziyê de ji aliyê polîsan hatibû kuştin, li ber Qesra Adliyeyê ya Stenbolê daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn.

Diya Berkîn Gulsum Elvan, bavê wî Samî Elvan, parlementerên Stenbolê yên HDP’ê Huda Kaya, Garo Paylan, Endamê Desteya Serokan a ODP'ê Alper Taş û gelek kes beşdarî daxuyaniya çapemeniyê bûn. 

Li vê derê bavê Berkîn Elvan, Samî Elvan diyar kir ku ew Serokkomar Erdogan nas nake û got, "Ji ber ku wî fermana zarokê min nivîsand." Bavê Berkîn destnîşan kir ku ew li edaletê digere û ji bo hemû zarok û gelan li vê edaletê digere û got, "Em niha hatin ber qesreke vikî vala. Em ê îro li edaletê bigerin. Em ê hewl bidin ku em vê derê tijî bikin. Niha serokê giştî yê partiya 2’emîn ê Tirkiyeyê ji ber ku hiqûq û edalet tune, derketiye kolanan. Em ê jî li vê qesra vala li edaletê bigerin. Hêvîdar im di demeke kurt de kesên ku edaletê temsîl dikin, fermana zarok û neviyên xwe nenivîsinin. Em bangî wan dikin."

Piştî axaftina Samî Elvan, ji bo şopandina dozê derbasî adliyeyê bûn.