Biryara PE’yê ya Tirkiyeyê nîşana qutbunê ya herî zelal e
Zanayê Siyasetê Cengîz Aktar û Parlemeterê HDP’ê yê Mêrdînê û zanayê siyasetê Mîthat Sancar, biryara PE’yê ya têkildarî Tirkiyeyê ji ANF’ê re nirxandin.
Zanayê Siyasetê Cengîz Aktar û Parlemeterê HDP’ê yê Mêrdînê û zanayê siyasetê Mîthat Sancar, biryara PE’yê ya têkildarî Tirkiyeyê ji ANF’ê re nirxandin.
Parlementoya Ewropayê rapora pêşnûmeya ku muzakereyên li gel Tirkiyeyê bide rawestandin erê kir. Dengdayîna biryara li ser rapora ji aliyê Raportora Tirkiyeyê Katî Pîrî ve hate pêşkêşkirin, ji bo YE’yê rênîşaneke. Li aliyê din demekî kin Wezîrê YE’yê Omer Çelîk li ser navê Wezareta Karê Der ve daxuyaniyek da û diyar kir ku ti hikmê vê biryarê nîne.
Li ser van daxuyaniyên hem ji aliyê PE’yê û hem jî ji aliyê hikûmetê ve hate dayîn bandora xwe li ekonomiyê jî kir. Eûro îro rekora 6 mehan şikand, derdorî 4,13 TL’an nirxê wê bilind bû.
Nirxandinên Cengîz Aktar û Mîtat Sancar ên têlildarî mijarê ji ANF’ê re kirîn wiha ne:
LÎ HOLÊ FÎKRA DEMOKRASÎYÊ NİNE
Zanayê Siyasetê Cengîz Aktar: Ji biryara PE’yê ya dayî zêdetir, nerazîbûnê hikûmetên li vir girîng e. Bi gotina ti hikmê vê nîne tê çi wateyê? Ne te biryar girtiye. Bi cidî ev bersivekî pêkenînê ye. Di wê baweriyê de me ku ji derveyî têkiliyên bazirangî di navbar YE’yê û Tirkiyeyê de namîne. Divê ev neyê ji bîrkirin ku ti fikarên YE’yê ya di warê demokratsiya Tirkiye û hewldanê wê de jî ne maye. Ji xwe ev biryara PE’yê wê hê zêdetir demokrasiyê bîne Tirkiyeyê jî nîne. Ewropa baş dizane çi dike. Di warê têkiliyan de peymanên bazirganî, polîtîkayên enerjî û pirsgirêkên koçberan tên. Ji ber vê em nikarin bêjin fikarekî di warê demokrasiyê de heye.
EM LÎ BENDÊ BÛ KU PE’YÊ BÎRYAREKİ BÎ Vİ RENGİ BÎDE
Parlementerê HDP’ê yê Mêrdînê û zanayê siyasetê Mîthat Sancar: Heta niha ji saziyên Ewropayê li dijî Tirkiyeyê, biryara herî hişk û zelal e. Ev biryar îşareta herî zelal a qutbûnê ye. Ji xwe hinek saziyên Ewroapyê ji berê ve dan nîşandan ku Tirkiye ne welatekî yê hiqûqê ye. Di vî warî de raporên cudatir jî hebû. Mînak Komîsyona Venedîk a yek jî saziya herî girîng a Konseya Ewropayê ye, diyar kiribû ku guhertina Destûra Bingehî wê li Tirkiyeyeê dawiya dewleta hiqûqê û demokrasiyê bîne. Dîsa heman demê Komîseriya Mafê Mirovan a Konseya Ewropayê jî di mijara serxwebûna daraz û mafê mirovan de li Tirkiyeyê gelek îxlal hatine kirin weke rapor diyar kiribû. Rapotora PE’yê ya Tirkiyeyê Katî Pîrî di vî warî de rexnê wê hebû û bi raporan tim xiste rojevê. Dîsa em li bendê bû ku PE’yê biryarekî bi vî rengî bide.”
Sancar got: “Daxuyaniya ji Karê Derve ya Tirkiyeyê hate kirin vala ye. Meznahiyekî bê binegeh e. Omer Çelîk diyar kiribû ku em ê vê raporê weke heyî îade bikin. Weke ku ti mafê wî yê îadekirin û raya wî neyî, berameriya vê jî nîne. Tê dîtin ku helwesta nîjatperest û yekparêzî ya hikûmetê dewam dike. Wê fatûreya van biryar û daxuyaniyan her roja ku biçe ji gelên Tirkiyeyê bê standin, weke siyasî, civakî û ekonomî. Em ê têkoşîna xwe ya demokrasiyê ya di vî alî de bidomînin.