Ji "Şah şah şarlatan" ber bi "Erdowie, Erdowo, Erdogan"
Rojên 7-8'ê Tîrmeha 2017'an, hem ji bo Elmanyayê, hem jî ji bo Tirkiyeyê wê bide destpêkeke nû ku 2'ê Hezîrana 1967'an bîne bîra mirovan.
Rojên 7-8'ê Tîrmeha 2017'an, hem ji bo Elmanyayê, hem jî ji bo Tirkiyeyê wê bide destpêkeke nû ku 2'ê Hezîrana 1967'an bîne bîra mirovan.
Dîsa rojeke havînê bû. Wê li opera 'flûta bi sêhr' a Mozart temaşe bikira. Serdana 2'ê Hezîrana 1967'an a Riza Şah Pehlewî ya li Berlînê, hem ji bo Elmanyayê, hem jî ji bo Îranê bû rojeke diyarker. Piştî 50 salan, dîktatorekî din li ser rêya Elmanyayê ye.
Piştî Şerê 2. ê Cîhanê, ji bermahiyên rejîma Nazî ya kevn ên li Elmanyayê re wezîfeya 'parastina welêt ji komunîstan' hatibû dayin. Ji nuqteyên herî krîtîk ên Elmanya Rojava, Naziyên berê berpirsyar bûn. Bi taybetî li Berlîn a Rojava, ku di nava xa Elmanya Rojhilat (DDR) de mîna giraveke biçûk bû, polîs û îstîxbarta wê radestî efserên berê yên Nazî hatibûn kirin. Li gorî hêzên rojavayî, wan dikarîbû Berlînê herî baş li dijî pêla komunîstan biparêzin.
Di wan rojan de ku dengê lingê nifşê 1968'an dihat, piştî salên esaretê yên li Sowyetan, generalê Nazî yê berê Erîch Dûensîng ku xwe 'sosyal demokrat' nîşan dida, li Berlîn a Rojava Midûrê Emniyetê bû. Şefê polîsan Hans-Ûlrîch Werner jî efserekê hê har û tund ê Nazî bû.
"Paqijkirina ji Partîzanan" wezîfeya Werner a di dema şer de bû. Wî ev wezîfe bi unîformaya Komara Elmanya ya Rojava (BRD), ku piştî şer hate avakirin, dikir. Hêza Nazî ya kevn a bi serkêşiya şefên polîsan Dûensîng û Werner, li Berlîn a Rojava, ji bo tevgera xwendekaran a nû şîn dibû bitepisîne, li firsendê digeriya.
***
Şahê şêxan (Kralê kralan) Riza Şah Pehlewî tevî hevsera xwe Farah Dîba, roja 28'ê Gulana 1967'an bi balafirê daketin balafirgeha Koln/Bonnê. Şah û malbata wî, di tûra duyemîn a gera Ewropayê de piştî Fransayê gihîşt Elmanya Rojava. Şah, li paytexta wê demê Bonnê bi rayedarên payebilind ên Elman re rûnişt. Hem ji bo çavê mûxalefeta Îranê ya li sirgûnê bitirsîne, hem jî têkiliyên xwe yên bi cîhana rojava re xurt bike, wê 9 rojan li Elmanyayê bigeriya.
Dîktator Şah, ku bi darbeyê bû desthilatdar, li navenda Ewropayê şov dikir. Gelek çalakiyên biçûk û mezin ên weke girtina rê, avêtina hêkan dihatin kirin. Lê belê hê pê li demarê sereke yê Şah nehatibû kirin. Kêm ma bû ku dîktatorekî li gorî dilê xwe digeriya vegere welatê xwe.
Di bernameya 2'ê Hezîrana 1967'an a malbata Pehlewî de Berlîn a Rojava hebû. Lîder û endamên tevgera xwendekaran, ji bo bi 'bernameyeke baş' Şah li Berlînê pêşwazî bikin, di êvara 1'ê Hezîranê de li salona Aûdîmax a Zanîngeha Teknîkê li hev civiyan. Salon tijî bû.
Navdarekî mûxalefeta Îranê yê li sirgûnê nivîskar Bahman Nîrûmand dest bi axaftinê kir û qala kiryarên rejîma Tehranê, desteka ji cîhana rojava digire û şerê li Vîetnamê kir.
Tevgera xwendekaran wê şevê biryar dan ku wê rojê li Şah biherimînin. Bêguman îstîxbarata Îranê ya ku bi lidarxistina çalakiyan hesiya, li şûna xwe rûnedinişt. Roja 1'ê Hezîranê, bi qasî 150 alîgirên Şah bi balafirê gihand Berlîn a Rojava.
Şefê polîsan Naziyê berê Hans-Ûlrîch Werner jî ji rojnameyên wê rojê re axivî û ji bo tevgera ciwanan got, "Bila derkevin holê ku em zanibin kî ne û yek bi yek wan bigirin." Rojnameya Bîldê wê rojê ev manşet avêtibû: "Rê nedin talankeran, alîkariyê bidin polîsan."
Rêveberiya Berlîn a Rojava jî ji bo Şah merasîm amade kiribû. Çawa ku Şah gihîşt bajêr, wê li Şaredariya Schonbergê îmze bavêta lênûska şerefê.
Roja 2'ê Hezîranê danê nîvro, Şah li ber deriyê sereke yê şaredariyê silav da alîgirên xwe. Du hezar xwendekaran jî dirûşmên "welcome Mr. Diktator (Tu bi xêr hatiye birêz Dîktator)" û "morder, moder (kujer, kujer)" qîriyan. Piştî ku Şah di derî re derbas bû, polîsên li meydanê vekişiyan. Alîgirên Şah bi ço êrîşî komê kir. Bi dehan kes birîndar bûn.
Roj hê neqediya bû. Pehlewî û şahbanoya wî Farah Dîba mîna ku tiştek nebûye ji xwe re li Berlînê geriyan. Di bernameya êvarê de wê li Deutsche Operê (Opera Elman), li lîstika opera ya ji berhemên 'flûta bi sêhr' a Mozartê temaşe bikira.
Saet di 20:00 de dema eskorta Şah nêzî avahiya operayê bû, ji kolanên Kudamm ên Berlîn a Rojava bi hezaran kesî berê xwe dan avahiya opera. Xwepêşandêran dirûşma "Şah şah şarlatan" diqîriyan. Şefê polîsan Werner fermana êrîşê da. Bi sedan polîsî tevî zilamên Şah êrîşî xwepêşandêran kirin.
Şah û hevsera wî, ji ser xalîçeya sor ku xwîn jî lê ketibû, bi zorê ketin salona operayê. Sekin bi polîsan nediket. li kolanên Kudammê, kî bi destê polîsan diket, polîsan yekser lê didan. Yek ji mirovên bû hedefa lêdana polîsan ciwanê bi navê Benno Ohnesorg ê li Zanîngeha Azad dixwend bû. Tevî lêdanê, polîsekî bi kincê sivîl bi zanebûn gule berdabû serê Ohnesorg.
Pehlewî gava ji Berlînê vegeriya, wê hêrsa xwe ji zilamên xwe, ji serokê îstîxbaratê û şefên ewlekariyê bigirta. Bi gotina 'We xwestin li Berlînê li dijî min sûîqestê bikin' ew ji wezîfeyê bigirta. Heta 12 salên din, heta hewldaneke din a şoreşê wê li ser desthilatdariyê bima.
Li kolan û zanîngehên Berlîn a Rojava êdî tiştek mîna berê nebû. Bihara 1968'an bi kuştina Ohensorg a 2'ê Hezîrana 1967'an li Berlînê destpê kiribû. Tevgera xwendekaran rê li ber avabûna Fraksiyona Artêşa Sor (RAF) vekiribû, ku wê bi çalakiyên xwe Elmanya bihejanda. 2'ê Hezîranê jî wê bi sernavê "roja bicihhatina pratîkê" cihê xwe di dîroka şoreşgeriya Elman a dema nêz de cih bigirta.
Piştî 50 salan, niha 'şah'ekî din li ser rêya Elmanyayê ye. Li kîjan cihê cîhanê dibe bila bibe, di her serdemê de hatin, bilindbûn û berjêrbûna dîktatoran hemû dişibin hev. Bi heman rengî tên pêşwazîkirin. Baş e, gelo li Hambûrgê wê Erdogan mîna Şah Riza Pehlewî bê pêşwazîkirin? Dibe ku rojên 7-8'ê Tîrmeha 2017'an, hem ji bo Elmanyayê, hem jî ji bo Tirkiyeyê wê bide destpêkeke nû ku 2'ê Hezîrana 1967'an bîne bîra mirovan...
* "Erdowie, Erdowo, Erdogan": Navê helbesta komedyenê Elman Jan Bohmermann e ku par li ser Erdogan nivîsandibû.