KCDK-E ji bo meşa li dijî G-20'an banga tevlîbûnê li her kesî kir

KCDK-E ji bo şermezarkirina Civîna Bilind a G-20'an, bang li her kesî kir ku tevlî meşa 8’ê Tîrmehê bibin.

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) têkildarî çalakiyên dijî Civîna Bilind a G-20'an daxuyanî da. 

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Hikûmeta Erdogan ku serî li hemû azîneyên zext û zordariyê dide û dixwaze berxwedana gelan bişkîne, di serî de li Nisêbîn, Sûr û Geverê li dijî Kurdan bi hemû rêbazan komkujiyê dike û li qada navdewletî de bi xweşbînî tê pêşwazîkirin. Desthilatdariya Erdogan a komkuj û dîktatorî li dijî gelan li gel ku her cure zext û zordariyan dike jî, hê li ser masê ye û rola wê ya li G-20’ê li ber çavan e.

Em pê dizanin ku netewe-dewlet gelan temsîl nakin û gelê Kurd baştir bi vê dizane.

Li dijî dewleta zilam-serweriyê û li dijî sîtemên ku xwe dispêrên desthilatdarî û tundiyê, modêla Konfederalîzma Demokratîk ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan danî holê, ji wekheviya zayendê, xwerêveberî û jiyana azad re bûye kan. Hemû rêyên çareseriya arîşeyên gerdûnî di nav xwe de vedihewîne. Her wiha ji hêla îdeolojîk ve kana civîna alternatîf e.

Ji bo vê jî em KCDK-E dibêjin, têkoşîna dijî Civîna G-20'an wê firsendê dide me Kurdan ku em bikaribin li ber çavê hemû gelên dinyayê polîtîkayên dagirker ên dewleta Tirk nîşan bidin û derxînin holê. Di vê civînê de şefê DAIŞ’ê, dijminê Kurdan dîktator Erdogan polîtîkayên xwe yên mêtinger û dagirker tîne vir jî. Dewleta Tirk a dagirker êrîş dibe ser Bakur, Rojavayê Kurdistanê û Şengalê û armanc dike ku destketiyên Kurdan tine bike. Van polîtîkayên xwe yên germarî weke li Parîsê kirî, dixwaze li Ewropa li dijî nûner û siyasetmedarên Kurdan bi rêya sûîqestan bike. Li dijî wan desthilatdaran ku zimanê me qedexe dikin, înkar dikin û li ser rêbertiya me îzolasyon û tecrîdê dikin û bi vê dixwazin ji gel qut bikin geşkirina muxalefeta li kuçeyan pir girîng e."

ŞEMIYÊ SAET 11.00’AN ...

KCDK-E bi domdarî wiha got:

"Em bang li gelê xwe dikin ku bi hemû hêza xwe 7-8’ê Tîrmehê li dijî civîna bilind a G-20'an di nav çalakiyan de aktîf bin.

7-8’ê Tîrmehê li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê di protestoyên mezin ên bi dijberiya G-20'an de ku Kurd wê pêşengiya wê bikin, nêzî 100 komên çepgir, sosyalîst, sendîka, jin û komên ekolojîk, saziyên koçberan, dêr û komên baweriyê bi dirûşma 'Cîhaneke din pêkan e' wê hevkariyê bikin. Weke KCDK-E em bang li hemû Kurdên Elmanyayê, di serî de jin û ciwan bang li hemû dostên xwe, beşên demokratîk, çep-sosyalîst dikin ku 8’ê Tîrmehê, Şemiyê saet 11.00’an tevlî meşa navendî bibin ku wê ji Meydana Deîchtorhallenê bi kortêja 'Berxwedan Jiyan e' pêk were.