Li Stockholmê û Brîghtonê ji bo ewlehî û tenduristiya Ocalan çalakî

Li paytext Stockholm a Swêdê û bajarê Brîghton ê Îngilîstanê ji bo ewlehî û tenduristiya Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hate lidarxistin.

STOCKHOLM

Kurdisanî û dostên wan ji bo daxuyaniyek têrker û bibawer a têkildarî ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd li paytext Stockholm a Swêdê li pêşiya Sefaretxaneya Tirk çalakiyek hate lidarxistin.

Di çalakiyê de Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîka Swêdê Hamît Bîten di daxuyaniyê de avivî, hate diyarkirin ku ev 19 sal in tecrîdekî girnakirî li ser Ocalan tê kirin, van 2 salên dawî parêzer jî di nav de têkiliyên Ocalan bi cîhanê re hatiye qûtkirin. Bang li hikûmeta Swêd, Yekîtiya Ewropa, civaka navneteweyî hate kirin ku li dijî tecrîdê rabin ser xwe.

Di çalakiya têde wêneyên Ocalan, alên PKK’ê hate hildan de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû”,” Kujer Erdogan”, “Faşîst Tirkiye”, Artêşa Tirk ji Kurdistanê derkeve”, “Cîhanek bê Ocalan em ê di ser we de hilweşînin”, “Destê dirêjî Ocalan bibe em ê bişîkinin” bi dawî bû.

WÊ SIBE LI PÊŞIYA PARLEMETOYÊ ÇALAKIYEK WERE LIDARXISTIN

Meclîsa NCDK û Meclîsa Jinan a Kurd a Amara a diyar kirin ku wê çalakiyên xwe bidomînin, bang li hemû Krudistaniyên li Swêdê dijîn kir ku ji bo xwedî li Rêbertiya xwe derbikevin ji bo protestokirina dewleta tirk wê sibe li pêşiya Parlemetoya Swêd saet 16:00’an çalakiyekê lidar bixin.

BRÎGHTON

Kurdistaniyên li Herêma Sûssex a Îngilîstanê dijîn, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullha Ocalan çalakiyek lidar xistin.

Ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Sûsex li bajêr Brîghton ê li ser rêya Chûrchîll Sqûare ya herî qelebalix Kurdisanî kom bûn, ji bo ewlehî û tenduristiya Ocalan çalakiyek lidarxistin. Di belavokên hatin belavkirin de Kurdistaniyan bal kişand ku ji rewş û ewlehiya Ocalan bi fikarin, diyar kirin ku divê saziyên navneteweyî bi lezgîn bikevin nava tevgerê. Di çalakiyê de hate gotin heta ku agahî ji Ocalan bê girtin wê çalakî dewam bikin.