Saziyên Êzidî: PDK dixwaze plana 3'ê Tebaxê temam bike
Rêveberên Êzidî ji ber ku PDK’ê Şengal teslîmî Heşdî Şabî kirine nerazîbûn nîşanî PDK’ê dan û gotin, ev wekî îxaneta sala 2014’an e.
Rêveberên Êzidî ji ber ku PDK’ê Şengal teslîmî Heşdî Şabî kirine nerazîbûn nîşanî PDK’ê dan û gotin, ev wekî îxaneta sala 2014’an e.
Pêşmergeyên PDK’ê Şengal jî tê de gelek herêmên Başûrê Kurdistanê teslîmî Haşdî Şebî kirin. Ev dîmen, dîmenên 3’ê Tebaxa 2014’an tîne bîra mirov ku PDK’ê Şengal teslîmî çeteyên DAIŞ’ê kiribû. Di 3’ê Tebaxa 2014’an de pêşmergeyên PDK’ê reviyabûn û bûbûn sedem ku DAIŞ bi sedan Êzidiyan qetil bike.
Nûnerên saziyên Êzidiyan ên li Ewropayê nerazîbûn nîşanî vê polîtîkaya PDK’ê dan û diyar kirin ku ev tişt îxanet e.
Berdevkê Koordînasyona Civaka Êzidî Alî Saçik û Hevserokê Meclîsa Şengalê ya li Diyasporayê Fîkret Îgrek diyar kirin ku PDK di nav lîstikên qirêj de ye û got, “Reva îro, xeleqeke zincîra îxaneta PDK’ê ye. Divê gelê me yê Başûrê Kurdistanê bersivekê bidin vî tiştî û berxwedana Rojava ji xwe re bikin esas.”
‘PDK BI TALÎMATA DIJMINÊN KURDAN TEVDIGERE’
Berdevkê Koordînasyona Civaka Êzidî Alî Saçik diyar kir, berpirsên êrîşên li ser Kerkûk û Şengalê PDK û rêxistinên Başûrê Kurdistanê ne û got, “Kesên ku ji xwe re dibêjin em rêxistinên Kurdan in, ji sala 1974’an û vir ve bûne belaya serê Başûrê Kurdistanê. Wekî heyeteke dijminên Kurdan e. Di dîroka van partiyan de ev wisa ye. Ev dîmen di sala 2014’an de li Şengalê jî hate dîtin. Bi talîmata hêzên dagirker tevdigerin. Malbata Barzanî xwe li ser xwîna Kurdan dide jiyîn û bi van dewletan re bazariyê dike. Li gorî daxwaza dijmin tevdigerin, tevgereke kontrayî ne. Talîmatên Tirkiye û Îranê bi cih tînin. Naxwazin gel li herêmên berxwedanê bijîn. Îro heman tiştî li Kerkûkê jî dikin.”
‘EV BERDEWAMIYA ÎXANETA 3’YÊ TEBAXÊ YE’
Saçik diyar kir divê gelê Başûrê Kurdistanê Rojava ji xwe re mînak bigire û got, ‘’Gelê Rojava bi berxwedanê serketina mezin bi dest ve anî. Qadên azadiyê her roj berfireh dikin. Divê gelê me yê Başûr jî vê ji xwe re bike mînak û di nav berxwedanê de li dor gerîlayên HPG’ê û YJA Starê bicive. Divê di nav kozikên berxwedanê de cihê xwe bigirin û di bin alaya PKK’ê de bibin yek.’’
Alî Saçik li ser babeta ku PDK’e dîsa Şengal hiştî jî wiha got: ‘’ Ev 3 meh bûn haziriya reva îro ya ji Şengalê dihatin kirin. Ev rewş berdewamiya îxaneta Malbata Barzanî ya Tebaxa 2014’an a li Şengalê ye. Êzîdi divê êdî di bin alayên YBŞ, YJŞ û Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzîdiyan de bicivin. Divê hêviya xwe bi xayinan ve girênedin. Divê rabin ser piyan û li diji îxanetê divê bibin xwedî helweste tund.’’
‘DERDÊ PDK’Ê NE KURD IN, BERJEWENDIYÊN WAN IN’
Hevserokê Meclîsa Dîasporayê ya Şengalê Fîkret Îgrek jî got PDK careke dî dîroka 3’yê Tebaxa 2014’an bi bîr xistiye û wiha pê de çû: ‘’Wê rojê bi hezaran, bi 100 hezaran Êzîdî radestî DAIŞ’ê kirin. PDK’ê Kurd û Êzîdî neparastin. Niha jî heman tiştî dikin. Ev domariya plana 3’yê Tebaxê ye. Dixwaze tişta ku DAIŞ’ê nekarî bike, nîvco hiştî temam bikin. PDK hemû dijminên Kurd kirine yek û wan bera ser xaka me dide. PDK vê bi zanebûn û bi planekê dike. Ji ber ku derdê PDK’ê ne Kurdistan û Kurd in. Referandûma 25’ê Îlonê ne ji bo vê hate kirin. Bi temamî ji bo berjewendiya xwe ya takekesî û berteng kirin.
Bi dijminên Kurd re tevdigerin. Kî xwedî li xak û gelê xwe xwedî dernekeve em nikarin ji wan re Kurdistanî bibêjin. PDK’ê îro ev kir. Ên ku 3’yê Tebaxê ji vê bawer nekirin bila vê bibînin. PDK ev bi salan e ku bi dijminên Kurdan re dixebite. Bi Tirkiyê û Îranê re tevdigerin. Yek ji armanca plana wan jî ew e ku bikin ku wan bi ser Tevgera Azadiya Kurd de tehf bidin. Ev zelal Bû, PDK destkeftiyên 2003’an bêyî ku li ber xwe bide radestî dijmin kir. Ev îxanet e.’’