Li Stûttgartê ji bo Ocalan çalakiya kon a domdar
Li Stûttgart a Elmanya ji bo tendiristî û ewlehiya Ocalan çalakiya kon a domdar hate destpêkirin.
Li Stûttgart a Elmanya ji bo tendiristî û ewlehiya Ocalan çalakiya kon a domdar hate destpêkirin.
Li Stûttgartê ya Elmanya çalakiya nobetê ya ku 15’ê Cotmehê ji bo ewlehî û tendiristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kirî îro jî bi geşbûnekê berdewam kir. Ciwan û jinan pêşengî li çalakiya Qada Kobanê kir.
Her wiha Elman û dostên Kurdan jî tevlî çalakiyan bûn û gotin, ‘’Em nêzîkatiya dewleta Tirk a li Kurdan û Abdullah Ocalan şermezar dikin. Wiha aştî nabe divê yasaya têkoşîna dij terorê 129b rabe.’’
Di çalakiyê de dirûşmên bo azadiya Ocalan hatin berzkirin, nirxandinên Ocalan bi dengê wî hate guhdarîkirin.
‘OCALAN Û RAMANÊN WÎ NE TENÊ NE’
Endamê Komîteya Hevgirtina Kobanê Eberhard Schmîdt di çalakiyê de got: ‘’Divê Tirkiye zû tecrida li ser Abdullah Ocalan rake. Em ji bo ku Elmanya dawî li têkiliyên xwe yên dîplomatîk ên bi Tirkiyê re bîne têdikoşin. Em dixwazin Rojava di qada navdewletî de were nasîn. Rojava têkoşîna azadiyê dide, Rojava ji bo me jî têkoşîn azadiyê û demokrasiyê dide. Ji bo Rojava ku îdeolojiya Ocalan lê şîn tê divê em jî têbikoşin. Ji ber ku felsefe û ramana Abdullah Ocalan ne tenê ji bo Kuran ji bo azadiya hemû gelan e. Bijî hevgirtina enternasyonal, bijî têkoşîna azadiyê ya Kurdan.’’
DAYIK JÎ HEBÛN
Di çalakiyê de jî dayik jî hebûn .Dayika Hafîfe Yilmaz li gel ku nexweş jî bû, nikarîbû rabe ser piyan jî rûniştî posterê Ocalan rakir û got, ‘’Ji bo azadiya Rêberê xwe ez tevlî çalakiyan dibim. Dayika Hafîfe got divê raya giştî ya dinyayê zextê li ser Tirkiye bike.
PROVAKASYONA FAŞÎST HATE PÛÇKIRIN
Di çalakiyê de li gel tevdîrên polîsan jî faşîstên Tirk car caran dev davêtin çalakgeran. Lê çalakgeran rê nedan faşîstan.
ÇALAKÎ HER ROJ WÊ DEWAM BIKE
Heta ku rewşa ewlehiyê ya Ocalan diyar bibe çalakiya li Medya Kobanê ya Stûttgartê wê di navbera saet 13.00-20.00’an de bidome.