Daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî ya li ser Kerkûkê
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres bang li hikumeta navendî ya Iraqê û rêveberiya Başûrê Kurdistanê kir ku têkildarî êrîşa li ser Kerkûkê bila ‘gavên bi koordîne’ biavêjin.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres bang li hikumeta navendî ya Iraqê û rêveberiya Başûrê Kurdistanê kir ku têkildarî êrîşa li ser Kerkûkê bila ‘gavên bi koordîne’ biavêjin.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dûjarrîc di brîfînga çapemeniyê ya rojane de diyar kir ku Sekreterê Giştî Antonîo Gûterres pêşveçûnên li Kerkûkê ji nêz ve dişopîne.
Dûjarrîc got ku, “Sekreterê Giştî Gûterres bang li hikumeta navendî ya Iraqê û Rêveberiya Herêmî ya Kurd dike ku ji bo zêdenebûna şer û aloziyê û binpênekirina qanûn û pergalê bila gavên bi koordîne biavêjin.”
Dûjarrîc ragihand ku Gûterres desnîşan dike “divê hemû mesele bi rêya diyalogê û li gorî destûra bingehîn a Iraqê were çareserkirin” û ji ber êrîşên li Kerkûkê bi hezaran mirovan koç kirine.