Ji bo şermezarkirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gelek bajarên Elmanyayê ev du roj in çalakî tên lidarxistin. Kurdên li eyaleta Nordrheîn Westfalenê (NRW) bi çalakiyên cihê reng, tecrîdê şermezar dikin û bi daxwaza azadiyê li qadan e. Hevseroka NAV-DEM'ê ya eyaleta NRW Yildiz Fîlîmcî got, "Heta ku Ocalan ji aliyê fîzîkî ve azad bibe, em ê li kolanan bin" û bang li hemû Kurdan kir, ku dakevin qadan.
'ÇALAKIYÊN ME WÊ BIDOMIN'
Yildiz Fîlîmcî anî ziman, ku heta agahiyê ji Ocalan bigirin wê li qadan bin û got, "Ji ber nûçeyên li ser Serok Apo hatin weşandin, em bi fikar in. Ji ber vê yekê ev çend roj in em çalakiyan li dar dixin. Di çarçoveya plana çalakiyan a NAV-DEM'ê de em li qadan e. Ne tenê ji bo hevdîtinekê, her wiha em dixwazin Rêberê me ji aliyê fîzîkî ve azad bibe. Û heta ev pêk were, em ê li qadan bin. Kurdistan di serdemeke dîrokî de ye. Nûçeyên i ser Serok Apo, dagirkirina Kerkûkê, hewldana dagirkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyeyê ve, ev hemû zext û êrîş in. Xiyaneteke din li Kurdan hate kirin. Heman tiştên li Şengalê qewimîn, îro li Kerkûkê rû dan. Em vê yekê qebûl nakin."
'ROJA 21'Ê COTMEHÊ EM MEŞEKE GIRSEYÎ LI DAR DIXIN'
Fîlîmcî diyar kir, ku rojeva bingehîn a Kurdên li Ewropayê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha dewam kir: "Rojeva me ya bingehîn, azadiya serokê me ye. Di serî de li Koln, Bonn û Dusseldorfê, Kurdên li hemû bajarên NRW dijîn, wê het azadiya serokê xwe li qadan bin. Di çarçoveya plansaziya xwe ya çalakiyan d em ê serdana partiyên siyasî, saziyên medyayê û rêxistinên civakî yên sivîl bikin. Wekî din wê gelek çalakiyên me yên cuda jî hebin. Weke eyaleta NRW, 21'ê Cotmehê roja Şemiyê bi beşdariya bi hezaran kesî em ê li bajarê Dusseldorfê bimeşin. Em bang li gelê xwe dikin, ku tevlî vê meşê bibe."