'Armanca sereke ya dewleta Tirk dorpêçkirina Efrînê ye'

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir, armanca sereke ya dewleta Tirk a ji dagirkirina Îdlibê, dorgirtina Efrînê ye û got, "Efrîn wê li ber xwe bide, Efrîn bi tenê nîne."

Kalkan ku bû mêvanê bernameya "Ulkeden" got, "Çawa ku Kobanê rê neda faşîzma DAIŞ'ê, Efrîn jî wê rê nede faşîzma AKP-MHP'êku bavê wê faşîzmê ye."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bû mêvanê bernameya "Ulkeden" a qenala Medya Haberê û bersiv da pirsên rojnamevan Dervîş Eren. Kalkan, dagirkirina Îdlibê, referandûma li Başûrê Kurdistanê û gelek mijarên di rojevê de ne nirxand.

BERXWEDAN SILAV KIR

Dûran Kalkan da xuyakirin, ku komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, êrîşeke sîstema kapîtalîst a global e û gelê ku bi gotin û çalakiyên xwe ev komplo protesto kir, silav kir. Kalkan got, "Komploya navneteweyî, her kesên azadî û demokrasiyê dixwazin eleqedar dike. Ji ber vê yekê, her kes ji bo azadiyê, li dijî êşkence û sîstema tecrîdê ya Îmraliyê têdikoşin. Dixwazin bi Rêber Apo re bibin yek, nêrînên wî bibihîzin û nîqaş bikin. Ez bawerim, ev têkoşîn wê bi ser bikeve. Li ser vê bingehê, ji her kesên têdikoşin re serketinê dixwazim."

Kalkan anî ziman, ku her hêzên berpirsyariya xwe di vê komployê de heye, girîng e ji vê şaşitiyê vegerin û wiha dewam kir: "Rêber Apo bi nêrîn, çalakî û berxwedana xwe, şêweyê jiyana azad diyarî tevahiya mirovahiyê kiriye."

JIYANA BÊ RÊBERTÎ NABE

Kalkan çalakiyên protestoyî yên li dijî komploya 9'ê Cotmehê hatin kirin jî nirxand û got, "Di salvegera îsal de gelê Kurd got, 'Bêyî Rêbertî jiyan nabe'. Hemû gelan gotin, 'bêyî azadî û biratiyê, jiyan nabe'. Bi vî rengî li ber faşîzm, kapîtalîzm, mêtingerî û zextê rabûn, şermezar kirin."

Kalkan diyar kir, ku di xwepêşandanan de xwedî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye derketin û wiha pê de çû: "Kurd li hemberî sîstema mêtinger faşîst a qirker gelekî bi hêrs in. Di nava vê têkoşînê de xwe zane kirine û asteke girîng a rêxistinî derxistine holê. Li ser vê bingehê ji bo azadî, demokrasî û biratiya gelan têdikoşin. Baş pê zanin, ku ev yek bi şikandina sîstema tecrîdê û êşkenceya li Îmraliyê, bi têkbirina komploya navneteweyî ya 19 salan û bi afirandina şert û mercên jiyana azad a Rêber Apo dibe." Kalkan da zanîn, ku divê ev berxwedan heta 15'ê Sibatê bi rengekî bê navber dewam bike.

OPERASYONA LI ÎDLIBÊ PIŞTGIRIYA JI BO DAIŞ'Ê YE

Kalkan di dewama axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna li Reqa û Dêra Zorê li dijî DAIŞ'ê tê kirin û destnîşan kir, ku DAIŞ li van herêman asêm ane û Tirkiye ji bo tengaviyê ji holê rake ketiey nava hewldanan û tawîz daye.

Kalkan got, "Polîtîkay Tirkiyeyê ya li ser Sûriyeyê pûç bû û têk çû. Tirkiyeyê xwest rêveberiya Esad têk bibe, lê jê nehat. Wekî din xwest pêşî li pêşketina Hêzên Sûriyeya Demokratîk bigire, ev jî jê nehat. Niha Reqa li ber rizgariyê ye. Ji bo Reqa neyê rizgarkirin û di destê DAIŞ'ê de bimîne, tiştek nema ku rêveberiya AKP-Tayyîp Erdogan nekir." Kalkan operasyona 'Mertala Firatê' bi bîr xist û anî ziman, ev hemû hewldanên Tirkiyeyê ji bo parastina DAIŞ'ê ne.

ÊRÎŞA LI DIJÎ ROJAVA

Dûran Kalkan got, "Bi ketina nava Îdlibê re hewl didin dorê li Efrînê bigirin, têkiliya Efrîn-Helebê, Efrîn-Minbic-Kobanê bibirin. Bi vê yekê re qaşo dixwazin Kurdan kontrol bikin." Kalkan ragihand, êdî armanceke Tirkiyeyê ya têkbirina rêveberiya Esad nîne û operasyona Îdlibê nirxand:

"Armanceke Tirkiyeyê ya ji bo têkbirina rêveberiya Esad êdî nîne. Ji xwe di navenda wê armancê de jî pêşîgirtina li destketiyên heyî yên Kurdan hebû. Naxwe, ti dijberiya Erdogan li Esad tine bû. Yê ku ji Esad re digot 'birayê min e' û di vê çarçoveyê de ew hembêz dikir, Tayyîp Erdogan bi xwe bû."

Kalkan destnîşan kir, li pişt ketina Tirkiyeyê li nava Îdlibê, dijberiya li Kurdan, dijminatiya li Kurdan heye û got, "Ji ber ku nekarî şoreşa Rojava tasfiye bike. Nekarî pêşî li pêşketina sîstema demokratîk a li Rojava bigire. Li ser bingeha azadiay Rojava nekarî pêşî li Sûriyeya demokratîk bigire. Lewma bi êrîşên nû yên leşkerî hewl dide ser vê neserketina xwe binixumîne."

PAŞEROJA TIRKIYEYÊ TARÎ DIBE

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan got, "Ji bo Tayyîp Erdogan guhertina mejî û siyasetê êdî nepêkan e. Ya wê ji aliyê zîhnî û siyasetê ve tine bibe, ya jî wê Kurdan bi komkujiyan tine bike! Ji ber vê yekê polîtîkaya qirkirinê di asta herî bilind de dimeşîne. Lewma hemû hêza xwe ya leşkerî seferber dike." Kalkan destnîşan kir, ku di oxira vê armancê de paşeroja Tirkiyeyê tê tarîkirin û wiha dewam kir:

"TC bi hemû hêza xwe hewl dide komkujî û qirkirinê li Kurdan bike û pêşî li têkoşîna azadiyê ya Kurdan bigire. Êrîşên ku îro faşîzma AKP-MHP li dijî Rêber Apo, PKK, gerîla û gelê Kurd ê azadîxwaz dike, hemû di vê çarçoveyê de ne. Bi tinekirina Kurdan re hewl dide vê siyaset û zîhniyeta faşîst, qirkir û nexweş biparêze. Di vê oxirê de paşeroja Tirkiyeyê tarîd ibe."

Dûran Kalkan da xuyakirin, ku rêgeha siyaseta Tirkiyeyê li ser xisleta desthilatdariya Tayyîp Erdogan hatiye destnîşankirin û got, li Tirkiyeyê rejîma dîktatoriyê li ser kar e. Kalkan wiha dewam kir: "Derfetên Tirkiyeyê tine dibin, ciwanên Tirkiyeyê dimirin? Ti ji van ne xema Tayyîp Erdogan e. Ji bo wî ya girîng, mayina li ser desthilatdariyê ye! Tirkiye dîktatoriyek e. Berê dîktatoriya olîgarşîk bû, niha veguherî dîktatoriya şexsî. Guhertina ku Tayyîp Erdogan di dîktatoriya TC de kir, ev e."

PÊWÎSTE RÛSYA HELWESTA XWE JI NÛ VE BINIRXÎNE

Kalkan helwesta Rûsyayê rexne kir, ku di çarçoveya biryara 'herêmên bê şer' a Astana de rê li ber ketina Tirkiyeyê ya li nava Îdlibê vekir û got, "Gelekî baş bi armancên Tirkiyeyê dizanin. TC, hêzeke ku heqaret lir êveberî û kesayetiya Esad kiriye. Balafira Rûsyayê jî anîn xwarê. Kurdan qir dikin û dixwazin hêzeke mîna Rûsyayê bike şirîkê xwe yê vê qirkirinê. Rûsya, tevî ku bi van hemûyan zane jî, ji bo xatirê hin berjewendiyên biçûk û berjewendiyên siyasî û aborî, xwe tevlî vî sûcê mirovahiyê dike. Divê nebe hevparê vî sûcî."

Kalkan bal kişand ser berpiryariya Rûsya, Îran û rêveberiya Esad di dagirkirina Îblibê de û got, "Ji bo xatirê hin berjewendiyên erzan, Tirkiye ewilî xistin nava Cerablûs û El Babê, niha jî dixin nava Îdlibê. Eger bi vî rengî dewam bike, ev hêz wê sibe îdîaya Şamê jî bike." Dûran Kalkan destnîşan kir, ku divê li dijî Tirkiyeyê hewldanek dijber bê kirin, naxwe ev rewş wê hê bêhtir zerarê bide van hêzên navborî. Kalkan got, "Di oxira hin berjewendiyan de vê dikin. Lê belê tawîzên ku di berdêla wan berjewendiyan de dan, sibe wê li wan bidin."

GEL WÊ QEBÛL NEKE

Kalkan anî ziman, ku armanc ji dagirkirina Îdlibê qirkirina Kurdan e û got, civak wê li dijî vê li ber xwe bide. Kalkan wiha got, "Em bawerin, di serî de Tirk wê hemû gelên li herêmê li dijî vê dagirkeriyê li ber xwe bidin. Ereb, Kurd, Suryanî-Asûrî wê bibin yek û hem van çeteyên faşîst ên AKP'ê ji herêmê derxînin, hem jî vê siyasetê pûç bikin."

Di dewama axaftina xwe de Kalkan bang li civaka Tirkiyeyê kir, ku li dijî vê hewesa dagirkeriyê ya Tayyîp Erdogan helwestê nîşan bide, li ber xwe bide û got, "Ya wê niha helwestê nîşan bide û pêşî li Tayyîp Erdogan bigirin. Ya jî wê ti qîmetê gotineke wan a sibe nemîne. Ji ber ku ew bi xwe destûrê didin vê. Lazim e destûrê nedin. Civakên din jî divê bibin yek û li ber xwe bidin. Pêwîste li ser wê bingehê rê ji Tirkiyeyê re neyê dayin."

HEVKARIYA TC Û DAIŞ'Ê

Kalkan bal kişand ser têkoşîna qirêj û tarî ya dewleta Tirk a bi DAIŞ'ê re û got, "Tirkiyeyê bi van re li hev kiriye. Bi lihevkirina bi DAIŞ'ê re kesî tiştek negirtiye, lê belê Tirkiyeyê sefîrê xwe yê Mûsilê girt. Di vê astê de têkiliyeke xwe heye. Yê ku berê DAIŞ'ê da Kobanê û bi destê DAIŞ'ê êrîşî Kobanê kir, Tayyîp Erdoban bi xwe bû. Dema ku DAIŞ'ê êrîşî Kobanê dikir, Erdogan bi gotina 'Kobanê li ber ketinê ye' kêm mabû ji kêfa bireqise. Ji ber vê yekê, di navbera rêveberiya AKP'ê û wan hêzên çete yên navborî de cudahiyeke mezin nîne."

Kalkan bi bîr xist, ku rêxistinên weke Heyet Tahrîr Şam ên ser bi El Qaîdeyê ragihandin, ku wê li Îdlib û derdora wê li dijî dagirkeriya Tirk li ber xwe nedin û wiha dewam kir: "Li Tirkiyeyê çapemenî gelekî qalê dike. Dibêjin, 'Em ketin nava Îdlibê, hêzên me nizanim çawa bi pêş ve diçin'. Baş e, li wê derê komên çete yên El Qaîde, Ehrar El Şam, komên çete yên faşîst hebûn. Bêyî ku li hemberî wan şer bike, Tirkiye çawa dikeve wê derê? Ev çawa dibe? Her kes wê li vê bipirse." Kalkan destnîşan kir, ku di navbera dewleta TC û komên çete de têkilî û girêdaneke organîk heye.

PROJEYÊN ENERJIYÊ DI DEWRÊ DE NE

Kalkan operasyona li Îdlibê û bûyerên li herêmê diqewimin nirxand û ev rewş şiband komploya navneteweyî û peymanên enerjiyê yên di bingeha wê de hebûn. Kalkan got, "Komploya navneteweyî û êrîşa li dijî Rêber Apo li ser bingeha peymanên enerjiyê hatin kirin. Wê wextê li Rûsyayê Dûmayê bi piraniya dengan biryara penaberiyê da. Lê belê rêveberiya Prîmakov û Yeltsîn ev yek bi cih neanî. Ev yek jî di berdêla projeya eneriyê ya 'Mavî Akim' de kirin. Niha jî di bin rewşa Cerablûs, Bab û Îdlibê de projeyên nû yên enerjiyê mîna 'Mavî Akim' hene."

Kalkan diyar kir, ku di oxira berjewendiyên enerjiyê de tê xwestin Kurd bên qirkirin û got, "Di oxira hin berjewendiyên malî û aborî de wê nikaribin gelekî qir bikin. Divê her kes bi vê yekê zanibe."

EFRÎN, SÛRIYE Û KURDISTAN E

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan anî ziman, ku armanca esasî ya dewleta Tirk ji dagirkiriya Îdlibê, Efrîn e, lê belê Efrîn bi tenê nîne. Kalkan got, "Efrîn ji xwe ji gelek aliyan ve hatibû dorpêçkirin. Niha jî bi van gavan dixwazin hê bêhtir dorê lê bigirin. Dibe ku vê hesabê dikin, 'Efrîn cihekî teng e, em ê dorê lê bigirin û encamê bigirin'. Belê, dibe ku Efrîn li cihekî teng be. Lê belê Efrîn ne tenê Efrîn e. Efrîn Sûriye ye. Efrîn Kurdistan e. Em dikarin bêjin, Efrîn Rojhilata Navîn e."

Kalkan destnîşan kir, ku eger êrîşek li dijî Efrîn û rêveberiya demokratîk a li wê derê bê kirin, wê li Kurdistan û gelemperiay Sûriyeyê şer û berxwedaneke mezin rû bide. Kalkan ev nirxandin kir: "Têkiliyên Kurd û Ereban, îro li Sûriyeyê bi şêweyê têkiliyeke ku dikare Rojhilata Navîn demokratîk bike qewîn dibe. Lewma divê Erebên li Sûriyeyê, êrîşeke li dijî Efrînê weke destpêka êrîşa li hemberî xwe bibînin û em bawerin ku wê bi vî rengî tevbigerin. Erebên li Lubnanê, Misrê û Iraqê jî wê bi vî rengî bifikirin."

Kalkan diyar kir, ku bi berxwedanê wê bersiv ji êrîşeke li dijî Efrînê re bê dayin û wiha dewam kir: "Li Kobanê li dijî faşîzma DAIŞ'ê berxwedaneke global a mezin hate kirin û pişta DAIŞ'ê li Kobanê hat şikandin. Têkçûna destpêkê ya DAIŞ'ê, bû serketina berxwedana Kobanê. Destpêka tinebûna DAIŞ'ê li Kobanê dest pê kir. Em jê bawer in, ku têkçûna faşîzma AKP-MHP'ê jî wê li Efrînê dest pê bike." Kalkan got, "Li Efrînê wê berxwedaneke bi heman rengî rû bide. Kurd, Ereb, mirovahî û hemû gelên herêmê wê li ber xwe bidin. Çawa ku Kobanê rê neda faşîzma DAIŞ'ê, wê Efrîn jî rê nede faşîzma AKP-MHP'ê ku bavê wê faşîzmê ye."

DIVÊ PDK REXNEDAYINA XWE BIDE

Dûran Kalkan di dewama bernameyê de, rewş û bûyerên piştî referandûma 25'ê Îlonê li Başûrê Kurdistanê rû dan nirxand û got, "Pêwîste helwestek li dijî TC bê nîşandan. Hikumeta AKP'ê, piştî referandûmê gelek heqaret li rêveberiya heyî ya Başûrê Kurdistanê kir. Lê belê li hemberî vê yekê nikarin tiştekî bêjin. Li her cihî, ajanên Tirk tevdigerin. Li Başûrê Kurdistanê, artêşa Tirk heye. Çi karê wan li vir heye? Nekarî ji wan re bêjin 'derkevin, biçin'. Dijberên Kurd li dijî Kurdan bi her awayî heqaret û êrîşê dikin. Lê belê rêxistinên Kurd û siyaseta Kurd a li Başûrê Kurdistanê, sekneke rast, bi bandor û çalak li dijî vê nîşan neda."

Kalkan bal kişand ser pêkanînên dewleta Tirk ên piştî referandûmê li ser Başûrê Kurdistanê ferz kirin û wiha dewam kir: "Têkiliyên PDK-AKP'ê bi kêrî Kurdan nehat. Berevajî, zerar da Kurdan." Kalkan bang li PDK'ê kir ku rexnedayina xwe bide û got, "Piştî van hemûyan, diviyuabû helwestek li dijî TC bihata nîşandan. Divê PDK rexnedayinê bide. Divê lê bipirse bê têkiliyên bi AKP'ê re daniye rê li ber çi vekiriye. Ka dostên hev bûn? Dema ku li Bakur ewqas komkujî hate kirin, rêveberiya Başûrê Kurdistanê piştgirî da kesên komkujî dikirin. Nekarî ji wan re bêje 'hûn çima xwişk û birayên me dikujin?' Ewqasî pasîf ma. Xwedî li hebûna artêşa Tirk a li Başûrê Kurdistanê derket. Dema ku rêveberiya Iraqê xwest artêşa tirk ji Başîka derxîne, rêveberiya PDK'ê li pêşiya vê bû asteng. Ev polîtîka şaş bû."

REFERANDÛMÊ, DIJBERIYA KURDAN XURTIR KIR

Kalkan anî ziman, divê bê dîtin ku binê rageşiya navbera hikumeta navendî ya Iraqê û rêveberiya herêmî de dewleta Tirk heye û wiha dewam kir: "Hikumeta AKP'ê ji aliyê zîhnî û siyasî ve dijminê Kurdan e. Tayyîp Erdogan dibêje 'Em ê bikevin nava Mûsil û Kerkûkê'. Êrîşa hikumeta Bexdayê li hemberî herêmên weke Kerkûkê, li se bingeha hevdîtinên bi Tirkiyeyê re kete rojevê. Tirkiyeyê ve teşwîq û tehrîk kir. Li ser vê bingehê destek dayê. Ma ne li Silopiyayê bi hev re tetbîqeta leşkerî ya hevpar kirin."

Kalkan da zanîn, ku referandûma li Başûrê Kurdistanê hate kirin, ji bo hilbijartinên serokatiya rêveberiya herêmî ya 1'ê Mijdarê ye û got, "Dewletên TC, Îran û Iraq li hev civiyan û li dijî Kurdan daxuyanî dan. Referandûmê ev li hev civand. Rêveberiya PDK'ê îdîa dikir, ku ew bi van re dost e. Lê belê derket holê ku ev hêzên navborî ne dostên Kurdan e."

SIYASETA RAST, KONGREYA NETEWEYÎ YE

Dûran Kalkan got, "Me got, eger kongreya neteweyî ya Kurdistanê bê civandin û li ser bingeha stratejiyeke hevpar a demokratîk a Kurdan liv û tevger bê kirin, ev ê hem Kurdan bi ser bixîne, hem jî têkilî û tifaqa Kurdan bi gelên cîran re xurtir bike. Lê belê rêveberiya PDK'ê di nêzîkatiya xwe ya berjewendîparêz de israr kir û niha jî dikeve nava rewşeke xitimandî. Ji her alî ve gef lê tê xwarin. Me berê hişyarî dabûn wan. Eger bi baldarî tevbigeriyan, wê ev nebûya." Kalkan ji hemû hêzan xwest, ku ji bo pêkhatina yekîtiya demokratîk a Kurdan tevlî karê ji aliyê KNK'ê ve tê meşandin bibin.

EM Ê GELÊ BAŞÛR BIPARÊZIN

Kalkan di dewama axaftina xwe de bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir, ku ji çar aliyan ve gef lê tê xwarin û got, "Gelê Başûr gelekî têkoşer e. Divê siyaseta heyî bibîne û bi rengekî çalak helwestê li dijî siyaseta şaş nîşan bide. Pêwîste hê bi rêxistinî û têkoşerî tevbigere. Çawa ku em gelê xwe yê li parçeyên din diparêzin, em ê gelê xwe û berjewendiyên wan ên li vî parçeyî jî biparêzin. Em tevgereke azadiyê ne, ku ji bo parastina hebûn û azadiya gelê Kurd derketine holê. Pêwîste gelê başûr jî tevlî siyaseteke bi vî rengî bibe. Ji ber ku siyaseta heyî, naparêze"

Kalkan bi domdarî got, "Em li her devera Başûrê Kurdistanê ne. Li gorî xwe em ketine çeperan û em parastinê dikin. Bi her kesên ku dixwazin li dijî hêzên qirker, mêtinger, êrîşkar û dagirker li ber xwe bidin em dikarin bibin yek û bi hev re li ber xwe bidin. Em ji têkoşîna hevpar û biratiyê re amade ne."

JI XAFIL VE TU DIKARE DERBÊ BIXWE

Kalkan, têkildarî gotina 'Em nikarin ji xafil ve di şevekê de bên' ku Erdogan dema gefê li Başûr û Rojavayê Kurdistanê dixwe, timî vê gotinê bi kar tîne, ev bersiv da: "Di şevekê de dikarin ji xafil ve bên. Di şevekê de dikarin ji xafil ve derbê jî bixwin. Divê bi vê jî zanibin û li gorî wê tevbigerin. Li gorî kêfa dilê xwe nikarin bikevin her cihî û ji xwe re bigerin. Divê ji derbxwarinê re jî amade bin û dema derb xwarin, divê negirîn." Kalkan destnîşan kir, ku gerîla amade ye li dijî operasyoneke gengaz a li derveyî sînor li ber xwe bide.