KONGRA-GEL: Em li gelê xwe yê ku li Rêbertiya xwe xwedî derdikeve pîroz dikin

Dîwana Hevseroktiyê ya KONGRA-GEL gelê Kurd ê ku ji bo li Rêberê Gelê Kurd xwedî derbikevin derketin qadan slav kir.

KONGRA-GEL daxuyaniyeke nivîskî da û got: ‘’Piştî nûçeyên ku derbarê jiyana Rêber Abdullah Ocalan de derketin van 3 rojan hêrsa civakî û çalakiyên ku gelê me nîşan dayî careke dî nîşan da ku jiyan, tendiristî û ewlehiya Rêber Apo arîşeya herî sereke ya jiyanî ye. Her nêzîkatiya li bara Rêbertiya me, nêzîkatiya li gelê Kurd e. Gelê me bi xwedîderketina xurt gelê me ev bi rengekî herî karîger nîşan daye.’’

 ‘DIVÊ ÇALAKÎ BIGIHIJIN ARMANCÊ’

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin:

‘’Em çalakiya gelê me û dostên me yên ji bo xwedîderketina li Rêber Apo slav dikin û jidil wan pîroz dikin. Ji bo destpêka çalakiyan starteke xurt girîng e. Lê ya girîngtir ew e ku çalakî bigihijin encamê, ango divê derbarê Rêbertî de ji jêderkên pêbawer agahî were girtin.

Ji bo vê jî divê heta ku parêzerê Rêbertî, malbat an jî ji saziyên navnetewî şandeyeke biçe Girava Imraliyê û agahiyên derbarê tendiristiyê de rasterast werbigire divê gelê me li ser piyan be û bi dostên me re li qadên ku lê ne divê çalakiyên xwe geştir bikin û bidomînin.

Di çalakiyan de divê were armanckirin ku desteke raya giştî were standin û divê were armanckirin ku bandorê li ser saziyên netewî û navnetewî were kirin. Muxatabê çalakiyan CPT û MPKE, YE, NY, parlamentoyên welatan, saziyên bibandor ên civakî, çapemeniyên nivîskî û dîtbar in. Bi çêkirina raya giştî ya xurt a ku bi çalakiyan wê çêbibe em dikarin encamê bigirin.

 ‘DIVÊ TEVLÊBÛN DI ASTA HERÎ ZÊDE DE BE’

Lê divê ev neyê jibîrkirin; a ku wê raya giştî çêbike û hêzên pêwendîdar rake ser piyan, gelê me bi xwe ye. Ango çalakiya gelê me û biryardariya wê di vê babetê de hêza diyarker a encamgir e. Ji bo vê jî, li hemû parçeyên Kurdistanê, li metropol û li derveyî welat gelê me li bara Rêbertî bi berpirsyariyeke dîrokî û wijdanî re rû bi rû ye.

Li ser vê zemînê; em pêkhate û hevrêyên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê jî, di vê pêvajoyê de di babeta azadî û jiyana Rêber Apo de bi pêkanîna berpirsyariyên xwe yên exlaqî û wijdanî, bi hişmendiya ku tenê bi vî rengî em dikarin ji rewşa ‘hevrêtiya netêrkar’ derkevin, divê em asta tevlêbûna xwe li çalakiyan hildin asta herî zêde.’’