'Ocalan, berxwedana gelê Kurd a li dijî dewleta Tirk e'
Kurdên ku ji bo şermezarkirina şert û mercên jiyanê yên Ocalan lê tê girtin li Kolnê daketin qadan, dan xuyakirin, ku heta azadiya fîzîkî ya Ocalan wê çalakiyên xwe bidomînin.
Kurdên ku ji bo şermezarkirina şert û mercên jiyanê yên Ocalan lê tê girtin li Kolnê daketin qadan, dan xuyakirin, ku heta azadiya fîzîkî ya Ocalan wê çalakiyên xwe bidomînin.
Kurdên ku ji bo şermezarkirina şert û mercên jiyanê yên Ocalan lê tê girtin li Kolnê daketin qadan, dan xuyakirin, ku heta azadiya fîzîkî ya Ocalan wê çalakiyên xwe bidomînin.
'EWROPÎ JÎ SÛCDAR IN'
Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Kolnê Şukru Tore: Her kesê dibêje 'ez mirov im û alîgirê demokrasiyê me', pêwîste vê pirsê li xwe bike: Di serdema heyî de, rêberê gelekî li aliyekî, tecrîdkirina mirovekî ji rêzê sûcê li dijî mirovahiyê ye, sûcê hiqûqê ye. Ev sûc niha tê kirin. Ewropa jî dibe hevparê vê. CPT diçe serdana hemû girtîgehan dike, lê naçe Îmraliyê. Dema ku diçe jî daxuyaniyê nade. Bi vî rengî xwe ji berpirsyariyê vedigire. Têkoşîna me ne tenê li hemberî Erdogan e. Heta ku Birêz Ocalan azad bibe, wê çalakiyên me dewam bikin. Gelê Kurd wê xwedî li Rêberê xwe derkeve Bila kes nekeve nava şik û gumanan.
'TIRKIYE DIXWAZE KURDAN TINE BIKE'
Endamê KNK'ê Îbrahîm Alîpûr: Zexteke gelekî giran li ser Ocalan heye. Malbata wî jî di nav de kes nikare agahiyê jê bigire. Dewleta Tirk ji bo hemû destketiyên Kurdan ji holê rake, ketiye nava hewldanên cidî. Ev yek li çar parçeyan dewam dike. Zextên li ser Serok Ocalan parçeyek ji vê planê ye. Ji ber ku li Rojava û Rojhilata Navîn destketiyên mezin ên Kurdan hene. Plana li dijî Kurdan plana Tirkiye û Îranê ye.
'DIVÊ JIN BI ERKA PÊŞENGIYÊ RABIN'
Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Kolnê Fîdan Tanirgan: Ji duh ve gelê me çalakiyan li dar dixe. Ev demeke dirêj e em nikarin agahiyê ji Rêberê xwe bigirin. Heta ku agahiyê ji Rêberê xwe bigirin, em ê çalakiyên xwe bidomînin. Pêwîste jin pêşengiyê ji gelê me re bike û li her cihî rabin ser piyan, xwedî li rêberê xwe derkevin. Hebûna rêberê me hebûna Kurdan e.
'PÊWÎSTE GELÊ ME LI QADAN BIN'
Aktîvîst Şiyar Kobat: Girîng e gelê me rabe ser piyan û dakeve kolanan. Divê em li meydanan biqîrin û Ewropî bibînin bê em ji bo çi çalakiyan li dar dixin. Ocalan rêberê gelê Kurd e.
'AZADIYA SEROK APO, AZADIYA HEMÛ KURDAN E'
Aktîvîst Cemal Zaraqe: Serok Apo, berxwedana gelê Kurd a li dijî AKP û dewleta Tirk temsîl dike. Divê Kurd hemû bi vê zanibin. Di şexsê Serok Apo de zext li gelê Kurd tê kirin. Hêvîdar im wê Serok Apo di demeke kin de azad bibe. Bi dîtina min, azadiya Serok Apo azadiya hemû Kurdan e.