Baydemîr: Di siyasetê de HDP û yên din hene

Berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr di civîna komê de berdevkiya partiyê dîsa li Ayhan Bîlgen vegerand.

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Osman Baydemîr di civîna koma partiya xwe de li ser rojevê axivî.

Baydemîr bal kişande ser êrîşên li Somaliyê û got, ‘’Li kûdera dinyayê dibe bila bibe, kîjan hişmendî êrîş bi ser jiyana sivîlan de bibe wê HDP’ê li dijî xwe bibînin.’’

‘HDP ADRÊSA ÇARESERIYÊ YA HEMÛ GERÎNEKAN E’

Baydemîr wiha axivî: ‘’HDP 5 salan bi tecrûbeya têkoşînê ya ku ji rabirduyê standî alaya azadî û wekheviyê hildaye û bi vê şanaz e. Çi digotin: ‘’Ev qet nikarin werin cem hev. Va yên ku digotin, ‘nikarin werin cem hev’ bloka herî mezin û piranîxwaz a demokrasiyê ya di diroka komarê de ava kirin. Îro ramana HDP’ê tekana adrêsa çareseriyê ya hemû gerînekên welêt e. Careke dî diyar bû ku li vî welatî êdî du xetên siyasetê hene. Yek jê HDP ye û ya din jî hemû partiyên din. Yek jê, HDP wekhevî, jiyana bi hev re diparêze, ên din yekparêziyê, Rewşa Awarte, operasyonên dersînor diparêzin û siberoja xwe wiha dibînin.’’
 
‘LI GEL EV QAS ZEXT Û ZORDARIYAN JÎ EM LI SER PIYAN IN’

Baydemîr got bal kişande ser operasyonên girtin û binçavkirinan ên bi ser HDP’ê de û got wekîl, şaredar, rêveber jî di nav de heta niha 5 hezar endamên wan hatine girtin û got: ‘’ Li kûdera dinyayê tevgereke siyasî ev qas zextê bibîne bawer bin ku wê nikaribe deng derxîne. Binerin, li vê desthilatdariya ku welêt bi rê ve dibe. Heke serokê wan wan bihata girtin, qeyûm biçûna ser şaredarên wan wê çi bibûya? Bibêrim; wê weke morîkan ji hev belawelat bibûna. HDP hêza xwe ji gel û heqiyê distîne, pişta xwe did gelê xwe û heqiyê. Ên ku ji heq û gel dûr nekevin, konjonktur çi dibe bila bibe, dibe ku carinan ketin û rabûn çêbibin lê teqez e ku di rêya heqiyê de wê biçe serî. Rojek wê were HDP teqez wê bigihije menzîlê.’’