Li Elmanya û Swîsre çalakiyên ji bo Ocalan

Çalakiyên ji bo ku tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi berbelavî didomin.

DARMSTADT

Li Darmstadt a Elmanya li Luîsen Platzê saet 17.30’an Kurdistaniyan meşek kir.

Di meşê de dirûşmên ji bo azadiya Ocalan hatin berzkirin. Li ser navê Meclîsa Darstadtê Merdan Kaçmaz axaftinek kir û xwe ku Kurdên li Ewropa rabin ser piyan.

Piştre endamê Melcê Mehmet Çoban axivî û got divê hemû Kurd di vê pêvajoyê hemû Kurd di tevgerê de bin, heta ku derbarê Ocalan agahiyeke zelal bistînin wê li ser piyan bin, her wiha xwest ku hemû Kurd û dostên wan ji bo rêbertiya xwe derkevin qadan.

SACHSEN

Li Eyaleta Sachsenê li bajarên Dresden, Magdebûrg, Halle Salle û Leîpzîgê jî Kurdistanî li qadan bûn. Di çalakiyê de ji bo ku azadiya Ocalan dirûşm hatin berzkirin, pankart hatin rakirin, danezan hatin belavkirin.

Li eyaleta Sachsenê Kurdistanê nav heftiyê jî wê çalakiyan bikin.

SAARBRÛCKEN

Şevê dî li Saarbrûckên Kurdistanî ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan li ser piyan bûn. Îro saet 18.00’an li ber Europa Galeriyê bi posterên Ocalan hatin cem hev. Çalakî heta roja Înê wê berdewam bike.

ZURÎH

Ji bo tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hevkariya NÇDK-S û Yekîtiya Jinên Kurd ên Swîsreyê li Zurîhê çalakî çêbû. Kurdistanî û dostên wan li Rahhausbrûckeyê civiyan. Di çalakiyê de pankarta ‘Baldar be Tirkiye, dinyayeke bê Ocalan em ê bi ser we de hilweşînin’ hate hildan, meşe hate bi sefaretxaneya Tirk dom kir. Di meşê de dirûşmên ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû’, ‘Dinyayeke bê Ocalan em ê bi ser we de hilweşînin’ hatin berzkirin.

Li ser navê NÇDK-S’ê Metîn Menteş axivî. Menteş got: “Heta ku em ji tendiristî û ewlehiya Rêberê xwe ne êmin bin çalakiyên me wê bidomin. Divê dîktator Erdogan zanibe, jiyan û azadiya Rêbertiya me ji bo xwedî girîngiyeke jiyanî ye. Em ji vir bang dikin, heke ewlehiya jiyanê ya Rêber Apo nebe kesek nikare rehet bijî.”

Piştî Menteş li ser navê Koma Jinan a Femînîst Susanne Schaffer axivî û got, faşîzm li her deverê eynî ye, ji bo ku faşîzm were hilweşandin pêdivî bi rêxistiniyeke xurt a jinan heye. Li ser navê Komîteya Bajêr a Destbira a Zurîh Amedê Jochî Weîl axivî û got, azadiya Ocalan mîsogeriya azadiya Kurdan û aştiyê ye. Piştî Weîl li ser navê HDK Swîsreyê axaftin hate kirin.

Bi dirûşmên ‘Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re statû’, ‘Kujer Erdogan’ ber bi Zurîch Bahnhofê ve meşiyan. Çalakî bi çalakiya rûniştinê ya li ber gara navendî ya Zurîchê bi dawî bû.