Li Karlsruhe polîsên Elman êrîş birin ser çalakgeran

Diyar bû ku li Karlsrûhe ya Elmanyayê polîsên Elman êrîş bi ser Kurdistaniyan de birin, bi zorê çalakî belav kirin û dest li ser gelek ala û postêran danîn.

Îro li Pforzheîm û Karlsrûhe ya Elmanya Kurdistanî ji bo tendirustî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îro piştî nîvro çalakî kirin.

Di çalakiyê de posterên Ocalan û Sakîne Cansiz hatin hildan. Polîsên Elman êrîş bi ser çalakiyê de birin, dest li ser posterên Ocalan û Cansiz, her wiha dest li ser flamayên kesk û sor û zer danîn. Her wiha polîsên Elman nasnameya gelek Kurdistaniyan jî seh kir.

Bi bihistyariya girseyê bûyer geş nebû, nasname li wan vegerandin.

Piştî mudaheleyê beşek ji girseyê belav bû, piraniya Kurdistaniyan çalakiya xwe didomînin.

Kurdistaniyan helwesta polîsan şermezar kirin, diyar kirin ku sibe jî li Pforzheîmê wê çalakiya xwedîderketinê ji bo Ocalan bikin.