Rewşa Awarte hate dirêjkirin, seferên hewayî ji bo Başûrê Kurdistanê hate girtin

Dewleta Tirk biryar da ku Rewşa Awarte 3 meh din were dirêjkirin û qada hewayî ya Tirk ji bo Başûrê Kurdistanê hate girtin.

Desteya Ewlehiya Millî ya Tirk (MGK) dibin serokatiya Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan de li Qesra Serokkomariyê li hev civiya. Di MGK’ê de dirêjkirina 3 meh a Rewşa Awarte, operasyona Îdlib û bûyerên ku li Kerkûkê hatin dest girtin.

Piştî civîna MGK’ê ya seatek û 40 deqîqeyan, Desteya Wezîran dibin serokatiya Erdogan de li hev civiyan.

BIRYAR

Piştî civinê Berdevkê Hikmûmetê Bekîr Bozdag daxûyanî da û diyar kir ku qada hewayî ya Tirkiyeyê ji bo seferên ji bo Başûrê Kurdistanê hatiye girtin, û wiha hate gotin: “Ti balafir, wê qada hewayî ya Tirk ji bo Rêveberiya Herêma Bakurê Iraqê bi kar ne îne.”

Bozdag wiha got: “Biryar hate girtin ku Rewşa Awarte 3 meh din were dirêj kirin. Di dema qebulkirina Meclîsê de wê Rewşa Awarte 3 meh din were dirêjkirin.”

Li ser pirsekê Bozdag got ku Deriyê Sînor ê Xabûrê ji bo dewrkirina hikûmeta Iraqê dest bi xebatan hatiye kirin.

KERKÛK

Bekîr Bozdag têkildarî dagirkirina Kerkûkê jî wiha got: “Li Kerkûkê nûçeyên vekirina herêmekê ji bo terorîstan, Tirkiye aciz kiriye. Parastina desthilatdariya Iraqê girîng e. Gav avêtina hikûmeta Iraqê ya li dijî Kerkûkê em erênî dibînin. Weke Tirkiyeye em bûyeran dişopînin, çav û guhê Tirkiyeyê li wire.”