HDK, HDK, DBP û KCD'ê ji bo Ocalan daxuyanî dan

HDK, HDK, DBP û KCD'ê bal kişandin ser fikarên cidî yên li ser tenduristiya Ocalan û destnîşan kirin, ku divê malbat, parêzer an jî heyeteke wan a siyasî tavilê biçe Girava Îmraliyê.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay, Berdevkê Partiyê yê HDP'ê Ayhan Bîlgen, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Aslan, Hevberdevkên HDK'ê Gulîstan Koçyîgît û Onûr Hamzaoglû, Hevserokên KCD'ê Leyla Guven û Berdan Ozturk daxuyaniyeke hevpar weşandin.

'FIKAR ZÊDE DIBIN'

Di daxuyaniyê bal hat kişandin ser fikarên li ser ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hat ragihandin, ku ji 11'ê Îlona 2016'an piştî hevdîtina malbatê, zêdeyî saleke ti agahî jê nayê girtin.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Ev rewşa ku hemû mafên girtî û hikumxwariyê tê binpêkirin û polîtîkaya tecrîdê ya li derveyî mirovahiyê, li gelek welatan di nava gelê Kurd û mirovên me de rê li ber fikarên cidî vedike.

Ev fikar ne belasebeb in. Ji ber ku polîtîkayên tifaqa AKP-MHP'ê û saziyên dewletê, li ser tinekirin, desteserkirin û pêşîgirtina li hemû mafên gelê Kurd tên meşandin.

Bi kurtasî, li pêşberî me rêxistinbûneke welê ya dewlet û desthilatdariyê heye, ku 'dijminê her tiştên bi navê Kurdîtiyê ye'.

Beriya her tiştî divê neyê jibîrkirin, ku Birêz Ocalan ji zûdeyî gotibû; pirsgirêka Rojhilata Navîn pirsgirêka Mûsil û Kerkûkê ye, ku îro ev yek bi zelalî xuya dike.

Helwesta êrîşkar a li dijî Bakurê Sûriyeyê û Rojava, têkiliya bi çeteyan re, gotin û gavên li dijî Efrînê, daxuyaniyên êrîşkar ên li dijî referandûma li Rêveberiya Herêmî ya Kurdistana Iraqê, polîtîkayên dijminatiyê, tifaqên şaş ên li herêmê, gotinên dijminane yên di polîtîkaya naxweyî de dike, gotinên biçûkxistinê, daxuyaniyên nefretê, girtin, êşkenceya li welatiyên sivîl, bombekirina bi SÎHA'yan, gavên ji bo tasfiyekirina gelê Kurd û tevgera siyasî ya Kurd a li qada siyaseta demokratîk û rêveberiyên herêmî, tenê çend ji nêzîkatiyên dijminane yên desthilatdariya heyî ye, ku li dijî gelê Kurd dike.

Vê rewşê û helwesta dijminane li nava hemû beşên civakê belav dike. Mixabin, desthilatdariya AKP'ê û tifaqên wê (MHP, Ergenekon û hwd.) hem li hundir, hem jî li derve dest ji dijminatiya li Kurdan bernadin.

'OCALAN HIKUMXWAREKÎ JI RÊZÊ NÎNE'

Di nava van şert û mercan de, hin nûçe û parvekirinên medya civakî têkildarî şert û mercên ewlekarî û tenduristiya Birêz Ocalan ji nû ve hatin parvekirin. Ev cihê tirs û fikaran e.

Yên ku ev nûçe weşandin kî ne? Armanca wan çi ye? Em bang li Wezîrê Edaletê dikin ku bi erka xw erabe. Mijar gelekî hesas e û ne tiştekî sivik e ku bi daxuyaniya Dozgeriya Bûrsayê di ser guh re bê avêtin. Ev daxuyanî ne cihê baweriyê ye.

Birêz Ocalan hikumxwarekî ji rêzê nîne. Gelê Kurd li bendê ye, ku rewşa wî ya tenduristiyê ji wî bi xwe bibihîze û hîn bibe. Hikumetên AKP'ê bi sedan carî daxwaza parêzeran a ji bo hevdîtinê red kirin. Destûr ji hevdîtina malbatê re nayê dayin. Ev rewş, di nava gelê Kurd û hemû hêzên aştî û demokrasiyê de rê li ber fikarên cidî vedike.

'XEMSARIYA HIKUMETÊ NE YA QEBÛLKIRINÊ YE'

Ev helwesta xemsar a hikumetê ne ya qebûlkirinê ye. Em di demeke welê de ne, ku endîşe û bendewarî roj bi roj zêde dibin. Em li bendê de ku desthilatdarî û saziyên dewletê helwesteke pêwîst a ku dawî li tecrîdê tîne nîşan bidin. Divê demildest gav bên avêtin. Hemû sazî û dezgehên ji bo ev bendewarî pêk were xwedî bi biryar in. Ev mijar bi bêdengkirinê û daxuyaniyên biçûk nayê qebûlkirin. 

JI ROJHILATA NAVÎN NE CUDATIR E

Bİrêz Ocalan ji bo aştî û çareserî pêk bê bi aqil, fikir, pêşniyarî û hemû hebûna piştevaniyek gelek mezin kiriye. Ji bo pêşerojê, hem ji bo herêma me û tevahiya herêmê ji bo pirsgirêk bigîhîjin aştî û demoktîkbûnê kesayetek girîng e. Nûçeyên têkildarî rewşa Birêz Ocalan tên çêkirin ji geşedanên Rojhilata Navîn ne cudatir e. Divê ku ev rastî qet neyê jibîrkirin. Vê rastiyê jî du sal û nîv di dema hevdîtina li Îmraliyê de rayedarên dewletê jî gelek baş dîtin. 

TECRÎD ŞER E

Em dizanin polîtîkayek tecrîdê ya li dijî mirovahiyê didome. Ev tecrîd ji ber polîtîkaya şer adesthilatdariya siyasî û saziyên dewletê pêk tê. Tecrîd şer û pevçûn e. Tecrîd neyartiya li dijî gelê kurd e. Tecrîd li dijî hemû tiştên kurd û Kurdistanê ye. 

CPT BÊDENG NEMÎNE

Di serî de em bang li CPT'î û hemû sazî û dezgehên navnetewî yên bi mijarê re têkildarin dikin: Li dijî vê bêhiqûqiyê bêdeng nemînin. 

DIVÊ DEMILDEST HEYETEK BIÇE ÎMRALIYÊ 

Divê demildest malbat, parêzer û heyetek siyasî biçin Grava Îmraliyê. Heke ev çûyîn pêk neye tu daxuyanî ne me û ne jî gelê me tatmîn dike. Dê xetere qet kêm nebe û her ku biçe dê kûrtir bibe.
 
Em carek din derbdanê dikin vê tecrîda li dijî mirovahiyê bi dawî bikin û divê helwestên pêwîst bi lez û bez bên nîşandan. Hemû saziyên me ji bo tecrîd rabe û rewşa wê biguhere dê têkoşîna xwe li pêştir bixin."