Kurdan Ewropa kirin qada çalakiyê

Kurdistaniyên li Ewropayê, ku ji ber nûçeyên li ser tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabûn ser piyan, li dehan bajarên Ewropayê çalakî li dar xistin.

Di çalakiyan de hat ragihandin, ku Ocalan ji bo gelê Kurd xeta sor e. Çalakgeran, li dijî êrîşên li ser Kerkûkê jî banga berxwedanê kirin.

DÛÎSBÛRG: Kurdistaniyên li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê dijîn, danê êvarê li ber stasyona trenê ya navendî li hev civiyan û têkildarî tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kon vedan û mîtîng li dar xistin. Bi sedan kesên beşdarî mîtîngê bûn, bang li saziyên navneteweyî kirin, ku bikevin nava liv û tevgerê.

FRANKFÛRT: Kuristanî û dostên wan, ji bo agahiyeke pê bawer li ser ewlekarî û tenduristiya Ocalan bê bidestxistin, li bajarê Frankfûrtê meşiyan û mîtîngek pêk anîn. Bi qasî hezar kesên hev civiyan, bi qîrîna dirûşma "Nêzîkatiya li Ocalan ji bo me sedema şer û aştiyê ye" heta ber Konsolosxaneya Tirk a li Frankfûrtê meşiyan û piştre li vir mîtîng kirin. Qisekerên li vê derê destnîşan kirin, ku Ocalan ji bo gelê Kurd xeta sor e û divê heta agahî jê bê girtin çalakî bê navber dewamb ikin.

MANNHEÎM: Li bajarekî din ê Elmanyayê Mannheîmê, danê êvarê li ber HBF'ê mîtîngek hate lidarxistin, belavoka bi zimanê Elmanî hate xwendin û bi navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û meclîsa Jinê ya Ronahî Bêrîvan daxuyanî hate dayin. Bi qasî 500 Kurdistanî û dostên wan tevlî bûn. Wê îro û 21'ê Cotmehê li vê derê meş bên lidarxistin.

HAMBÛRG: Kurdistaniyên li Hambûrgê jî ji ber tirs û fikarên li ser tenduristî û ewlekariya Ocalan meşiyan. Sevahîr Bayindir li vir axivî û anî ziman, ku Ocalan ne tenê Rêberê Kurdan e, ew her wiha lîderê gelên bindest e û dixwazin di dema herî kin de agahiyan li ser tenduristiya wî bigirin.

BERLÎN:  Bi qasî 500 kesên li Brandenbûrger Tor ê Berlînê li hev civiyan, heta Alexander Platzê bi heman armancê meşiyan. Rojan Şemiyê jî wê bi beşdariyeke xurt meş bê lidarxistin.

FREÎBÛRG: Çalakiya li bajarê Freîbûrgê bi beşdariya gelek Kurdistanî û dostên wan pêk hat. Di çalakiyê de ku 3 saetan dewam kir, belavokên li ser mijarê hatin belavkirin û daxuyaniyek hate dayin.

WÛPPERTAL: Kurdistaniyên saet di 17:00 de li Cîty Arkaden a bajarê Wûppertal ê Elmanyayê li hev civiyan, dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî Serok Apo" û "Bijî azadiya Kurdistanê" qîriyan. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Tenduristiya Ocalan tenduristiya me ye. Heta ku agahî jê bê girtin, em ê çalakiyên xwe bidomînin."

ÛLM: Li bajarê Ûlmê duh li navenda bajêr mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtîngê de hikumetên Tirk û Elman hatin rexnekirin û fikarên li ser jiyana Ocalan hatin bilêvkirin.

AMSTERDAM: Li paytexta Hollanda Amsterdamê, zêdeyî sed kes li Centraal Stastîonê li hev civiyan û tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin. Her wiha hat ragihandin ku PDK û YNK'ê Kerkûk radestî hêzên mêtinger kirine û ji wan hate xwestin ku dest ji van polîtîkayên xwe yên şaş berdin.

DEN HAAG: Çalakiya li bajarê Den Haag ê Hollandayê jî li ber gara trenê ya navendî pêk hat û ji bo azadiya Ocalan dirûşm hatin qîrîn. 

ATÎNA: Li paytexta Yewnanîstan Atînayê, li meydana Syntagmayê çalakî hate lidarxisitn. Çalakgeran ragihandin ku heta heyet biçin serdana Ocalan wê çalakiyên xwe bidomînin.

STRASBOÛRG: Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Strasboûrg ê Fransayê dijîn, duh êvarê li Place kleberê li hev civiyan û belavok belav kirin. Li vir daxuyaniyek hate dayin û bang li Kurdistaniyan hate kirin ku her roj saet di 19:00 de li Place Kleberê li hev bicivin. Hat ragihandin, ku roja Şemiyê jî wê sat di 13:00 de mîtîngek bê lidarxistin.

TOÛLOÛSE: Têkildarî tenduristî û ewlekariya Ocalan, Kurdistaniyên li bajarê Toûloûse yê Fransayê, li meydana Capîtolê çalakî pêk anîn. Di çalakiyê de bal hat kişandin ser girîngiya tenduristiya Ocalan jib o gelê Kurd û hat gotin, Erdogan û MHP wê cihê xwe li nava sergoyê dîrokê bigirin.

BORDEAÛX: Li bajarê Bordeaûx ê Fransayê, bi pêşengiya tevgera jinan çalakî hate lidarxistin û li ser rewşa Ocalan belavok hatin belavkirin.

MONTPELLÎER: Li bajarekî din ê Fransayê Montpellîerê, Kurdistanî bi heman armancê daketin qadan. Mîtîng li meydana Comedîe hate lidarxistin û hat gotin, "Rêber Apo xeta me ya sor e. Em bi can û mal dilsozê Rêberê xwe ne. Heta agahî ji Rêberê me bê girtin, em ê li ser piyan bin. Em dixwazin parêzer û malbat tavilê Rêberê me bibînin."

MARSÎLYA: Li bajarê Marsîlya yê li Başûrê Fransayê, bi sedan Kurdistanî li meydana Canebîere li hev civiyan û bi qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo" dest bi meşê kirin. Piştî meşê çalakiya rûniştê li dar xistin û daxuyanî dan çapemeniyê. Dûre li meydana Vîeûx Portê mîtîng hate lidarxistin û bang li gelê Kurd hate kirin, ku xwedî li rûmeta xwe derkeve.

DRAGÛÎGNANE: Kurdistaniyên li herêma Dragûînane yê Fransayê dijîn, li Balafirgeha Nîce-Cannesê çalakiya bêîteatiya sivîl pêk anîn û alên PKK, KCK û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin.

Li Marsîlyayê jî, ciwanên Kurd ji şeva Yekşemê û vir ve li gara trenê çalakiya bêîteatiya sivîl pêk tînin.

Li paytext Parîsê jî li ber avahiya qenala televîzyonê ya neteweyî ya Fransayê çalakî hate lidarxistin û bi sedan Kurdistanî tevlî bûn.