Elmanya, Îskoçya û Îngîltere ji bo Ocalan li kolanan e

Kurdistaniyên li Elmanya, Îskoçya û Îngîltereyê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan.

Kurdistaniyên li Elmanyayê li Hannoverê dijîn li pêşiya Sefaretxaneya Tirkan ji bo tendirustiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin ba hev. Nêzî 400 kes beşdarî çalakiyê bûn û Serokê Meclîsa Hannoverê Ciwan Çewlik diyar kir, heta ku ew ji Ocalan agahiyan werbigirin ew ê çalakiyên xwe bidomînin.

Li Hîldesheîmê jî wê saet di 17.00’an de mîtîng û meşek were lidarxistin.

EDÎNBÛRG

Li Îskoçyayê jî li Edînbûrgê Kurd ji bo Ocalan daketin qadan. Bi dehan Kurd li pêşiya Parlementoya Îskoçyayê hatin ba hev û xwestin saziyê navneteweyî ji bo tendirustiya Ocalan têkevin nav hewldanan.

HÛLL

Li Bakurê Îngîltereyê li bajarê Hûllê jî Meclîsa Gel a Kurd daketin qadan û ji bo Ocalan belavok belav kirin û gotin: “Nûçeyên qirêj ên vê dawiyê me dixe nav fikaran. Azadiya Ocalan gelê Kurd di serî de azadiya gelan e.”

Çalakvanan xwestin ku bila hevdîtina Ocalan a bi parêzer û malbata wî were kirin.