Trûmp: Di navbera Kurd û Iraqê de em aliyekî nagirin!
Serokê DYA Donald Trûmp, der barê aloziya navbera Başûrê Kurdistanê û rêveberiya Bexdayê û êrîşa li dijî Kerkûkê got, ew aliyekî nagirin.
Serokê DYA Donald Trûmp, der barê aloziya navbera Başûrê Kurdistanê û rêveberiya Bexdayê û êrîşa li dijî Kerkûkê got, ew aliyekî nagirin.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trûmp, têkildarî aloziya navbera Hewlêr û Bexdayê diyar kir, ku ew aliyekî nagirin.
Trûmp li Qesra Spî daxuyanî da rojnamevanan û got, "DYA ne razî ye ku Kurd û Bexda li hev nakin. Welatê me, di navbera Kurdan û rêveberiya Bexdayê de aliyekî nagire."
Trûmp got, "Weke ku tê zanîn, bi salan e têkiliyeke me ya baş bi Kurdan re heye" û destnîşan kir, ku di vî şerî de ew aliyekî nagirin.